ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-06 09:00:13   * Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xwedêda Eliyas, di salvegera peymana 9'ê Cotmehê ya Şengalê de axivî û got: "Ezidî bi tifaqiya DAIŞ'ê re xelas nekirin, niha hewl didin ku bi peymana 9'ê cotmehê ji holê rakin."   * Nivîskar û rewşenbîrê Ezîzê Cewo têkildarî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku heta gelê kurd negihîje mafên xwe ev komplo dê berdewam bike û got: “Çi bikin bila bikin, bi fîzîkî jî tune bikin, dîsa jî ew heye û ew ê her tim serkêşiya doza kurd bike.”   *  Hevseroka DBP'a Rihayê Hamîde Goktaş û Hevseroka HDP'a Rihayê Garîbe Yeşîl tekildarî çalakiyên salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatibû bang li gel kirin ku li dijî tecrîde bi yek dengî rabin.    * Komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê di 25'emîn salvegera xwe de li Parka Koşûyolûya Amedê bê protestokirin. Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Orhan Işik, ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan her kesî vexwand çalakiya 9'ê Cotmehê.    * Aktivîsta TJA'yê Emîne Înan anî ziman ku tê xwestin ku komploya navdewletî bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê bê encamkirin û got ku dê jin bi felsefeya "Jin, iyan, azadî"yê komployê pûç bikin.    * Siyasetmedar Gultan Kişanak behsa Gûrbetellî Ersozê kir ku bi hev re di rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitîn. Kişanak got: "Niha li deryaya ebedî de bû»ye meşaleyek ku tarîtiyê ronî dike."    * Ramazan Îldem ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, anî ziman ku kurdan "mirinê kuştiye" û got: "Em civakeke dîlgirtî ne. Ge rem xwedî li xwe derkevin, em ê xwedî li Rêberê xwe jî derkevin. Têkoşîna me têkoşîna mirovahiyê ye."    * Desthilatdariya Tirkiyeyê xwest heyfa berxwedana Kobanê ji siyasetmedarên HDP’ê bistîne. Ji Doza Kobanê 18 girtî 108 siyasetmedar tên darizandin. Ji her girtiyek ji Doza Kobanê tê darizandin re 38 caran cezayê muebeda giran tê xwestin. Biryara dozê nêz dibe.    * Rojnamevan û nivîskarê fransî Guillaume Perrier diyar kir ku çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê zêde bûye, tecrîda li Îmraliyê ye û anî ziman ku rakirina tecrîdê jî di çareseriya pirsgirêka kurd de derbas dibe.    * Danişîna doza qetlîama Malbata Şenyaşar dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza parlamentera HDP'ê ya berê Semra Guzel dê li Dadgeha Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)    * Danişîna ewil a doza dayika Egît Îpek, Halîse Aksoy ku girtî tê darizandin dê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00)   * TMOBB dê têkildarî erêkirina cezayên girtiyên Doza Geziyê li avahiya TMOBB'ê ya li Karakoya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * ÎHD'a Amedê dê nobeda aştiyê ya bi daxwaza "Ji bo her kesî aştî" li avahiya xwe berdewam bike. (14.00)   * TJA dê têkildarî kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" li ber avahiya DBP'a Êlihê daxuyanî bide. (14.00)