Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek 2023-10-06 09:00:36   RIHA - Hevseroka DBP'a Rihayê Hamîde Goktaş û Hevseroka HDP'a Rihayê Garîbe Yeşîl tekildarî çalakiyên salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatibû bang li gel kirin ku li dijî tecrîde bi yek dengî rabin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmehê 1998'an de bi komployeke navneteweyî li Suriyeyê hat li darxistin û piştî 130 rojan, di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Ewlekariya Bilind Tipa F a Îmraliyê ku ji bo wî taybet hatibû amadekirin di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Hezên hegemon ku ji bo planên xwe yên Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan ji xwe re weke asteng dîtin û li dijî wî ev komplo pêk anîn niha jî weke berdewama planên wan Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Agahî negirtina ji Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 31 meh li pêy xwe hişt.    Agahî negirtina Abdullah Ocalan fikarên gel jî mezin dike û li dijî tecrîde her çar aliyên Kurdistanê û dervayî welêt gel li qadan daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dike. Têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştavaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA),  Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Kurdistan û Tirkiyeyê çar bajaran, Amed, Wan, Mersîn û Stenbolê çalakî bên lidarxistin û komploya navneteweyî bê şermezarkirin. Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Rihayê Hamîde Goktaş û Hevseroka rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Rihayê Garibe Yeşil têkildarî çalakiyên ku wê bên li darxistin bang li gel kirin ku beşdarî çalakiyan bibin.    'HETA TECRÎD HEBE AŞTÎ Û ARAMÎ PÊK NAYÊ'   Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Garîbe Yeşîl bi lêv kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî li dijî hiqûqî di bin tecrîde de ye û wiha got: "Bi vê tecrîde qanûnên navneteweyî tên binpêkirin lê ne CPT ne jî saziyên hiqûqê navneteweyî li dijî vê binpêkirina hiqûqê deng nakin. Li gorî hiqûqê divê malbat û parêzer bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin lê ev maf tê binpêkirin. Tecrîd bandorê li ser tevahiya civakê dike. Di serî de divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Heta ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin aştî û aramî jî nayê vî welatî. Aştî û aramî ji bilî birêz Abdullah Ocalan ne pêkan e. Heta tecrîd hebe aştî û aramî nayê vî welatî. Ev bar barê me hemûyan e. Hewceyê gel jî peyvîra xwe bi cih bînê û li dîjî tecrîde rabê li ser pêyan. Ji bo edalet û aramiya vî welatî divê tecrîd rabe. Heke li welatekî tecrîd bê meşandin ev tê wateyê ku hemû welatiyên wî welatî bindest bin û ne aramî û ne jî azadî li wî welatî heye."   'LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ XWE BIKIN YEK'   Yeşîl der barê çalakiya wan a li dijî tecrîde û salvegera komploya navneteweyî yê 9'ê Cotmehê de wiha got: "Wê li dijî tecrîd û komployê li çar bajaran daxuyaniyên hevpar bên dayîn. Weke navenda Rihayê em ê jî di 9'ê Cotmehê de li Mêrsînê bin. Banga min li gel ev e ku ji bo tecrîd bê rakirin û edalet bê vî welatî bi girseyî tev li van çalakiyan bibin û dengê xwe bilind bikin. Heke tecrîd nayê rakirin, edalet jî nayê vî welatî.  Ji ber wê jî tevlibûna gel pir girîng e. Bila gelê me were em li dijî tecrîde dengê xwe bikin yek. Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd û bi destxistina mafê kurdan birêz Abdullah Ocalan e. Divê ji bo ev tecrîd bê rakirin gelê kurd mafê xwe bistîne û hemû gel di nav aramiyê de bijî divê gel pêywîra xwe bi cih bîne. Banga me ne tenê li gelê kurd e, banga me li hemû gelan û pêkhateyan ê ku xwedî li van çalakiyan derkevin. Heke pirsgirêka demokrasî, azadî û aramiyê bê çareserkirin hemû gel wê azad bibin û aramiya wan pêk were. Çalakiyên me yên li dijî tecrîde û ji bo azadî û demokrasiyê wê bidomin. Yanî ne îro tenê ye çalakiyên me wê berdewam bikin."   'RÊYA AŞTÎ DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE'   Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Hamîde Goktaş jî anî ziman ku ji ber agahî negirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gel bi fikar e û wiha axivî: "Ev 31 meh in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Hevdîtina malbat û parêzeran hatiye qedexekirin. Bi awayekî li dijî hiqûqî mafê hevdîtina birêz Ocalan hatiyê qedexekirin. Rêya aştî û azadiyê birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan her çiqas bi awayekî fizîkî di bin tecrîde de be jî bi fikir û remanên wî li derva ne. Tenê gotineke birêz Abdullah Ocalan dikare vî şerî bide sekinandin. Heke ev şer bê sekinandin tu kes nayê kuştin û ev şer wê bi dawî bibe. Heke şer bi dawî bibe pirsgirêka krîza aborî jî wê bê çareserkirin û gel jî wê di nav aramiyê de bijî. Rêya aştî di Îmraliyê re derbas dibe, ji ber wê jî divê ev tecrîd bê rakirin. Heta tecrîd hebe aramî jî aştî jî pêk nayê."   'SALA AZADIYÊ’    Hamîde Goktaş têkildarî çalakiyên 9'ê Cotmehê jî ev bang li gel kir: "9'ê Cotmehê ji bo me kurdan destpêka roja reş e. Piştî 9'ê Cotmehê bi awayekî li dijî hiqûqî birêz Abdullah Ocalan hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Îro jî ev komplo bi tecrîdê berdewam dike. Ji bo ev tecrîd bê rakirin em ê di 9'ê Cotmehê de li qadan bin. Banga me li gel jî ev e; ku bên tev li van çalakiyan bibin û bertekên xwe nîşan bidin. Ji bo tecrîd bê rakirin divê li her derê, tax û kolanan berxwedan bê mezinkirin û dengekî xurt bê derxistin. Bi vî awayî ez bawerim sala 2024'an wê bibe sala azadiya birêz Abdullah Ocalan."   MA / Mahmut Altintaş