Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin 2023-10-06 09:01:11   AMED - Komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê di 25'emîn salvegera xwe de li Parka Koşûyolûya Amedê bê protestokirin. Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Orhan Işik, ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan her kesî vexwand çalakiya 9'ê Cotmehê.    Komploya Navdewletî ya 9'ê Cotmeha 1998'an li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat çêkirin, dê di 25'emîn salvegera xwe de li gelek bajaran bê protestokirin. Yek ji navnîşana van protestoyan jî Amed e. Protesto dê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinan Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û PIştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşmeya "Ji birêz Ocalan re azadî, ji meseleya kurd re çareserî" bên lidarxistin.    Protestoyê li bajêr dê di 9'ê Cotmehê de saet di 1'ê piştî nîvro de li Parka Koşûyolûyê bê lidarxistin.    Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Orhan Işik bêhiqûqîtiya li Îmraliyê nirxand û der barê çalakiyê de agahî parve kirin.    Işik bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de rastî komployeke navdewletî hatiye û di 15'ê Sibata 1999'an de hjî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û got ku 25 sal in Ocalan li Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin. Işik wiha axivî: "Îro gava em di warê civakî de lê êze dikin, binpêkirinên mafan, zext, pirsgirêkên aborî û şerê qirêj ên li Kurdistanê, hemû girêdayî Îmraliyê ne."    ‘GEL DI BIN TECRÎDÊ DE YE'   Işik bilêv kir ku Abdullah Ocalan ji zû de ye hem nikare bi malbata xwe re hem jî nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got: "Bi vê re, a rast tevahiya gel bi awaekî civakî di bin tecrîdê de ye."    Işik destnîşan kir ku pirgsirêka demokratîkbûyînê ya li Tirkiyeyê ne li derî tecrîda li ser Abdullah Ocalan e û got ku ger çareserkirina krîza civakî ya Tirkiyeyê bê xwestin, nexwe demildest divê li Îmraliyê pêvajoya hevdîtinê bê destpêkirin.    BANGA JI BO TEVLIBÛNA ÇALAKIYÊ   Işik anî ziman ku dê li dijî tecrîda li Îmraliyê di 9'ê Cotmehê de mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û li Amedê nerazîbûnên xwe bilêv bikin. Işik ji bo beşdariya li protestoya li Amedê wiha bang kir: "Wekî tê zanîn 9'ê Cotmehê roja destpêka komploya navdewletî ya li hemberî birêz Abdullah Ocalan e û rojeke dîrokî ye. Em saziyên kurdan, em MED TÛHAD-FED em ê li dijî komployê mafên xwe yên deokratîk, mafên xwe yên rewa û daxwazên xwe bi awayekî bînin ziman. Em di 9'ê Cotmehê de hemû gelê xwe, rêxistinên civaka sivîl û rêxistiên girseyî yên demokratîk vedixwînin Parka Koşûyolûyê."