MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek 2023-10-06 09:40:22   NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ji bo vegera DAIŞ’ê şert û mercan amadekirin e û bang li gelê Sûriyeyê kir ku li dijî êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin yek.    Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî saziyên enerjiyê û saziyên xizmetê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir.   MSD'ê di daxuyaniya xwe de êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û anî ziman ku ji duh û heta vê kêliyê de êrişên Tirkiyeyê yên bi rêyaçalafirên şer û balefirên biçek û bêmirov li dijî avahiyên enerjiyê û avahiyên xizmetê nesekinîne. MSD'ê got: "Ev êriş dibin sûcên şer, ji ber di encamê de gelek welatî û leşker jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar in."     MSD'ê her wiha îdiayên Tirkiyeyê yên ku dibêje sûcdarên teqîna Enqereyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî xaka Tirkiyeyê bûne red kir û piştrast kir ku ev îdia ji bo çarenûsa gelên li herêmê gef in. Di berdewama daxuyaniyê de MSD diyar kir ku armanca êrişan têkbirina aramiya ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêk anîne xera bikin û atmosfereke guncaw ji bo vejandina DAIŞ'ê, domandina planên xwe yên guhertina demografîk û dagirkirina herêmê ye.   MSD'ê di daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî kir ku van êrişên hovane şermezar bike û hesabê ji Tirkiyeê bixwaze, her wiha bang li Amerîka û Rûsyayê kir ku xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û kiryarên Tirkiyeyê rawestînin.   Di dawiya daxuyaniyê de MSD'ê bang li gelê Sûriyeyê kir ku tev bi yekrêziyekê xwedî li erkê xwe yê welatparêziyê li hember êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbikevin.