Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye 2023-10-06 13:47:59     MÊRSÎN – Prof. Dr. Cengîz Aktar diyar kir ku bi salane Tirkiye êrişên xwe de li başûr û rojavayê Kurdistanê qadên sivîl wek qadên leşkerî dibîne û ji xemsariya li dijî êrişan re jî got, “Ev konsesusek sedsalî ye.”    Dewleta Tirkiyeyê ji duh ve êrişî gund, navçe û bajarên rojavayê Kurdistanê dike. Salên dirêje êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê jî berdewam dikin. Tirkiye di nava 24 saetên dawî de 40 deverên rojavayê Kurdistanê kiriye armanc. Di van êrişan de cihên binesaziyê, navendên xizmetgûzariyê, stasyonên petrolê û ceyranê, jîngehên sivîl hatin rûxandin.    Hê jî li êrişên hewayî yên Tirkiyeyê li ser deverên rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Duh dema êrişan dest pê kir hêzên Amerîkayê yên li Rojava, Balafirek Biçek a Bêmirov a Tirkiyeyê kir armanc û hat gotin bi armanca ku ji bo leşkerên Amerîkayê xetere bûye, hatiye xistin.    Endamê Hindekariya Zanîngeha Atînayê Prof. Dr. Cengîz Aktar êrişên Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand.      Prof. Dr. Cengîz Aktar   ‘TIKRIYE QADÊN SIVÎL JÎ WEK QADÊN LEŞKERÎ DIBÎNE’    Aktar bi bîr xist ku êrişên Tirkiyeyê bi salane li ser rojava û başûrê Kurdistanê berdewam dikin û got: “Ji ber ku Tirkiye encama ku dixwaze bi dest naxe, êrişên xwe derxistiye asta herî jor. Artêşa tirk berê jî li hedefên wiha dixist. Niha van êrişên xwe hin zêdetir kiriye. Ji bo artêşa tirk her tişt armanc e. Tirkiye berê jî qadên sivîl wek qadên leşkerî dibîne.”    NÊZÎKATIYA DURÛ YA AMERÎKAYÊ    Aktar bal kişand ser xemsariya Ewropa û Amerîkayê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê û wiha got: “Tiştek nû li holê nîne. Tişta ku herî nû ye, Amerîkayê li SÎHA’yek tirk xist. Heta niha tiştek wiha neqewimî ye. Lê li gorî agahiyên li ber dest, wezîrên parastinê yên her du welatan hevdîtin kirin. Tê fêmkirin ku Amerîkayê gotiye, ‘nêzî cihên ku leşkerên min li wir in nebin wekî din hûn çi dikin bikin’. Ji Pentagonê daxuyaniya ‘em ê bi YPG’ê re hevkariya xwe bidomînin’ tê lê belê li aliyê din jî dibêje di bin re hûn li Sûriyeyê çi dikin em ê dengê xwe nekin.”    ‘KONSESUSEK SEDSALÎ HEYE’    Aktar destnîşan kir ku cîhanê û Tirkiyeyê rêyek xetere-metirsî daye pêşiya xwe û wiha axivî: “Çi were serê kurdan jî ne xema tu kesî ye. Azerbaycan êrişî ermenan dike, lê ne di xema kesî de ye. Hikûmetên Tirkiyeyê, Îran û Iraqê êrişî kurdan dikin, lê ne di xema kesî de ye. Duh li Ûkraynayê di encama bombebarana Rûs de ji 50 kesî zêdetir sivîl mirin lê ne di xema kesî de ye. Hê jî di navbera van dewletan de nîqaşa ‘em vê sîlehê bidin an me wê sîlehê bidin’ berdewam dike. Li Rojava 900 leşkerên Amerîkayê hene. Dema meriv baş bala xwe didê rewşek pir bi talûke heye. Çimkî hitil mitil dixwazin ku Tirkiyeyê di nava NATO’yê de bigirin. Polîtîkaya wan sereke ev e. Têkilî û hevkartiya bi kurdan re, bi YPG’ê re dibe plana duyemîn. Ev plan û konsesusek sedsalî ye.”    MA / Yusra Batihan