Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist 2023-10-06 14:21:19   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya ya Şirnexê wesayîteke leşkêrî li moto kuryeyekî xist.   Li navçeya Silopiya ya Şirnexê wesayita leşkêrî ya zirxî li moto kuryeyê bi navê Îsmail Bûrûk yê 18 salî xist. Buruk ê ku di xaçerêya şaredariyê de dixwest derbasî aliyê din bibe, wesayita leşkêrî lê xist. Tîmên tendurisiyê yên ku welatiyan agahdar kirin, sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Bûrûk, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Hate ragihandin ku Bûrûk ji lingê xwe û serê xwe derbe xwarî ye û niha di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê tedawîkirin.   Nehate zanîn ku leşkerê wesayîta zirxî diajo hatiye binçavkirin an na.