Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin 2023-10-06 14:48:52   MÊRDÎN - Hate zanîn ku Ahmet Kanbal ê li Mêrdînê hate binçavkirin bi “propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal ê di saetên serê sibê de bi serdegirtina malê li Mêrdînê hate binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tê ragirtin. Hate zanîn ku Kanbal ê bi parêzerê xwe re hevdîtin kir bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Hate diyarkirin ku ji vê îdiayê re parvekirinên medyaya dîjîtal û nûçeyên Kanbal çêkirine weke hincet hatine nîşandan.