Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan 2023-10-06 15:33:19   ÎDIR - Fîlît Tîltay ê piştî 30 salan girtî ma û ji girtîgehê derket, destnîşan kir ku xeyal û hêviyên wan wê her tim li ser pêya û zindî be.    Fîlît Tîltay di sala 1993’yan li Îdirê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û piştre jî hate girtin. Tîltay ê di Dadgeha Leşkerî ya Erziromê bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Piştî 30 salên girtî, di 77 saliya xwe de, ji Girtîgaha Tîpa L ya Panosê hate berdan. Malbat û hezkiriyên Tîltay li ber deriyê girtîgehê pêşwazî kirin. Tîltay di gundê xwe yê Goma Jêr ê girêdayî navçeya Beşan/Sergunda ê Îdirê bi govendan hate pêşwazîkirin. Sedan kes hatin serdana Tîltay.    ‘EM HEVIYÊN XWE XURT BIGIRIN’   Tîltay spasiyên xwe pêşkeşî kesên hatine serdana wî kir û wiha axiv: “Moralê min baş e û ez xwe baş hîs dikim. Divê gelê me li doz û nirxên xwe xwedî derbikeve. Taybetî divê xwedî li hevalên me yên girtiyên nexweş û yên bi salan di girtîgehê de dimînin, were derketin. Em bi gelê xwe û têkoşîna xwe serbilind in. Ev sih sal xeyal û hêviyên me, me li ser pêya digirin. Divê em her tim vê heviyê bilind û xurt bigirin. Dema ez ketim girtîgehê 11 zarokên min hebûn. Zarokekî min di şerê diqewime de jiyana xwe ji dest da.