Rojnamevan Kanbal hat berdan 2023-10-06 23:38:51   MÊRDÎN- Rojnamevan Ahmet Kanbal ku li Mêrdînê di avêtina ser malê de hat binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hat berdan.   Îro li Mêrdînê danê sibehê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal di avêtin ser malê de hatibû binçavkirin.   Kanbal ku bi "propagandyaa rêxistinê" hat tawanbarkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Bajêr serbest hat berdan.