ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-07 09:00:18   * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan der barê geşedanên nû yên Destûra Bingehîn de bi lêv kir ku Tirkiye bi sepandina tecrîdê Destûra Bingehîn a heyî binpê dike û got ku ji bo Destûreke Bingehîn a nû bê amadekirin, divê di serî de tecrîd bê rakirin.     * Ji parêzerên Doza Kobanê Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku aliyên siyasî yên Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir in û darizandin hatiye qonaxa dawî, ev doz yek ji wan dozan e ku sedsala duyemîn a Tirkiyeyê ava dike ye.   * Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar ki ku Komîteya Mafê Mirovan a NY di rapora xwe ya derbarê sûcên li dijî mirovî ku li Suriyê diqewimin de cara yekem cih dayê berpirsyariya Tirkiye ya sûcên li Efrînê pêk tîne.   * 775 parêzeran îmze dabûn ku hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin. Ji wan parêzeran Yakûp Demîr ji bo polîtîkaya tecrîdê got: "Li gel binpêkirna mafan, di heman demê de sûc e jî."    * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re welêt di nava tarîtiyê de fetisiye û her kesî vexwand daxuyaniya ku dê di 9'ê Cotmehê de bê dayîn.    * Siyasetmedarên HDP'î û Partiya Çepên Kesk ji bo çalakiya protestokirina komploya navdewletî bang li her kesî kirin û gotin: "Em li Kadikoyê li benda hemû azadîxwaz û aştîxwazan e ku tevlî meşa me ya azadiyê bibin."    * Rojnamevan Huseyîn Kalkan diyar kir ku bi Gûrbetellî Ersoz re di çapemeniya kurd de nêrîna jinan derketiye holê û got ku Ersoz bi têkoşîna ji bo heqîqetê re di heman demê de pêşî li ber rojnamevanên jin ên kurd vekiriye.   * Dayika Şemê Remo ya 65 salî ku li dijî leşkerên ku xwestin bikevin Şengalê bûbû mertal, wiha got: "Yek ji me jî bimîne em ê nehêlin ku ew peymana 9'ê Cotmehê li Şengalê pêk bînin."    * Berdevka YJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku pêngava bi komploya navnetewî dest pê kir, belavî civakê bûye û wiha got: “Azadiya wî azadiya me ye. Ji bo ku komploya li ser nasnameya me pûç bikin, divê tişta ji destê me bê bikin.”   * BOTAN-DER a li dijî polîtîkayên mêtingeriyê ev saleke xebatên xwe didomîne, dê li gorî serlêdanan, komxebatên xwe yên nû bide destpêkirin. Hevseroka Komeleyê Beşîre Aslan got: “Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin.”   * Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên HDP’ê dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê komxebatekê li dar bixe. (09.00-17.00)   * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin" bidomînin. (11.00-12.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 967’emîn de çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê ji bo piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê dê li gelek bajaran daxuyaniyan bidin. (12.00)   * Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê damezrandina komeleyê wê li Amedê ragihîne. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 602’yemîn a çalakiya “Rûniştina F” de li dar bixe. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 474’emîn de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   * Rêxistina Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Amedê têkildarî binçavkirina endamên xwe dê li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bidin. (16.00)