Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in 2023-10-07 09:04:07   RIHA - Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar ki ku Waliyê Hatayê di serdanek li Efrînê de ji jinek Efrînê re gotiye, "Wan kesan Efrîn rizgarkiriye em jî tu car li dijî wan koman dernakevin. Wan Efrîn rizgar kiriye. Mal û milkên we, jinên we, her tiştên we ji wan re helal e."    Tirkiye û komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê di 20'ê Çileya 2018'an de êriş birin ser bajarê Efrînê yê rojvayê Kurdistanê û xwestin statûya kurdan li Efrînê hilweşînin. Piştî şerê ku bi mehan berdewam kir di 18'ê adarê de Efrîn ket bin kontrola komên selefî. Efrîn ku hejmara wê ji sedî 90 kurd bûn piştî dagirkirina 5 salan hejmara kurdan li Efrînê ket bin sedî 25’an. Ji ber kuştin, rewandin û destdirêjayiyê kurdên li Efrînê neçar man ku koçberî Şehba, bakurê Kurdistanê û dervayî welêt bibin. Li şûna Kurdên ku xanî, zevî û darên xwe yên zeytûnan li pêy xwe hiştin û bar kirin ji Îdlîb, Hûmûs, Hama, Gûta, Lazkiye û Helebê malbatên komên selefî li vir hatin bicihkirin. Kuştin, revandin û destdirêjayî di van 5 salan de li Efrînê ranewestiya ne.    Efrîn ku ji dîrokê ve bajarê kurdan e di van 5 salan de ji aliyê Tirkiyeyê ve demografiyê wê hat guherandin û navê kolan, tax, gund, navçe û qadan ku kurdî bûn bi tirkî hatin guherandin. Her wiha li ser sînorên Efrînê dîwar hatine çêkirin û bi tavahî Efrîn hatiyê dorpêçkirin. Tirkiye bi awayekî fîlî Efrîn bi xwe ve girêdaye û ji aliyê Walitiyê Hatayê ve tê birêveberin. Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo tekildarî binpêkirinên mafan ên li Efrînê diqewimin, guherandina demografiyê û geşedanên nû yên li Efrînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'LI EFRÎNÊ HIQÛQ TUNE YE'   Îbrahîm Şêxo bi lêv kir ku li Efrînê hejmareke kêm kurd mane û ew jî bi kuştin, rewandin û destdirêjayiyê re rû bi rû mane. Şêxo bal kişand ser zext û tundiyên li girtîgehên Efrînê û wiha got: "Her wiha gelek kurd jî di girtîgehan de ne. Yên ku hatine girtin rastî îşkenceya komên çeteyan tên. Daraz û hiqûq li Efrînê tune ye. Yên ku tên girtin nayên darizandin û tu agahî jî ji wan nayê girtin. Hemû girtîgehên wan di bin zilm û zora çeteyan de ne. Agahiya malbatan ji kesên hatine girtin tune ye. Kes nizane kî hatiyê girtin jî. Piştî 3 salan pereyeke biha ji wan digrin û destûra 1 deqiqe hevdîtina bi telefonê didin. Piştî wê destûrê ew dikarin bi malbatên xwe re pêwendiyê deynin û bêjin em girtî ne. Di dadgehên Efrînê de berpirsên Tirkiyeyê hene û welatiyan bi îdiaya “YPG û YPJ” digrin û wan derbasî Kilîsê dikin li wir piştî îşkenceya li wan tê kirin, dibin girtîgeha Azazê. Bi salan li wir dimînin û haya kesî ji wan tune ye. Tirkiye dibêje em kesî li Efrînê derbasî Tirkiyeyê nakin lê bi sedan kes derbas kirin e."   'DIXWAZIN EFRÎNÊ BIKIN BAJARÊ XWE'    Şêxo destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze çi tiştek aîdî kurdan li Efrînê hebe ji holê rake û wiha domand: "Guherandina demografiyê li Efrînê her ku diçe mezin dibe. Navê qada Azadiyê hat guherandin û navê wê kirin qada Ataturk. Her wiha Çakûçê Kawayê Hesinkar hebû li Efrînê ev jî hilweşandin. Li Efrînê navê qadeke kirine qada Erdogan. Li navçeya Bilbilê jî navê 3 gundan hat guherandin û navê Siltanên Osmaniyan li wan gundan kirin. Her wiha nasnameya Tirkiye li ser gelên li wir dijîn ferz kirin û ji bilî nasnameya Tirkiye nasnameyên din hatine qedexekirin. Efrîn giredane Hatayê û bi destê walitiyê Hatayê ve tê birêveberin. Êdî Tirkiye, Efrîn kiriyê bajarekî xwe. Her tişt bi tirkî ye, pereyên Tirkiyeyê tên bikaranîn. Li her derê ala tirk û wêneyên Serokkomarê AKP’yî yê Tirkiyeyê Erdogan hatine daliqandin. Rêveberên Efrînê tirk in. Niha li Efrînê demsala zeytûnan dest pê kiriye. Lê li aliyê din diziya zeytûnan û talankirina mal û milkê mirovan jî berdewam dike. Her wiha dest danîne ser darên zeytûnan yên xelkê me ku neçar mane ji Efrînê derkevin."    'TIRKIYE BERPIRSÊ SÛCAN HAT DÎTIN'   Şêxo da zanîn ku cara yekem komîteya Yekitiya Neteweyî ya Mafê Mirovan di rapora xwe ya binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê de Tirkiye weke berpirsê van binpêkirinan dîtiyê û wiha got: "Komîteyeke giredayî Yekitiya Neteweyî li ser binpêkirinên li Suriyeyê ji 6 mehan carekê raporan amade dike. Lê wan heta niha tu carî der barê binpêkirin, kuştin û destdirêjiya li dijî mirovan de qala Tirkiyeyê nekirin. Dibêjin çeteyan wisa kirine lê ev çete jî giredayî Tirkiyeyê ne. Lê di meha îlonê de rapora wan hat aşkerakirin û di wê raporê de cara yekem gotin Tirkiyeyê jî berpirsê van binpêkirinan e. Lê heta niha jî der barê Tirkiyeyê de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Ji ber ku Tirkiye giredayî NATO’yê ye, dema Efrîn hat dagirkirin jî ne tenê bi destê Tirkiyeyê bi destê dewletên navneteweyî û di serî de Rusyayê ve hat dagirkirin. Ji bo wê jî lêpirsînê nadin destpêkirin. Ji bo lêpirsîn ji Tirkiyeyê re bê destpêkirin divê rewşa Suriyeyê bê sererastkirin. Tenê kurdên me yên Efrînê li ser binpêkirinên mafan dema derbasî Ewropa bûn dikarin Tirkiyeyê li saziyên navneteweyî gilî bikin. Em ê jî li dijî binpêkirin û sûcên ku Tirkiye li Efrînê pêk tîne raporan amade bikin û wan sûcan belge bikin."   'KUŞTIN Û REVANDIN BI ROJAN DIQEWIMIN'   Şêxo der barê binpêkirinên mafan ên li Girê Spî û Serêkaniyê de jî wiha axivî: "Girê Spî û Serêkaniyê jî kurd nemane, hemû koçber bûne û yên ku dixwazin vegerin jî bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Jixwe di dema êrişên li Serêkaniyê de jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di wê demê de dimenê zarokê bi navê Muhammed jî li hemû çapemeniyên cihanê belav bûbû. Me jî dimênên wî ji saziyên navneteweyî re bi rê kirin. Binpêkirinên mafan li wir jî her wiha berdewam dike.  Welatiyekî nexweş xwest biçe mala xwe ya Serekaniyê ji aliyê çeteyan ve hat girtin û dermanê wî jî nedan û bû sedem ku jiyana xwe ji dest bide. Lê cenazeyê wî jî nedan malbata wî. Kuştin û revandin li Girê Spî û Serêkaniyê didomin.”    'TIRKIYÊ JI BO SÛCÊN XWE MEŞRÛ BIKE ENKS'Ê BIKAR TÎNÊ'   Şêxo diyar kir ku Tirkiye ji bo di qada navneteweyî de sûcên xwe yên li dijî kurdan meşrû bike ENKS'ê bikar tîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rêveberên ENKS'ê car caran derdikevin daxuyaniyan didin ku li Efrînê binpêkirinên mafan kêm in. Çawa ku di Lozan û Sevr de Tirkiyeyê hevkarên xwe yên kurd ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn îro jî wan di qada navneteweyî de bikar tîne ku mafê kurdan heye. Weke mînak jineke kurd dema waliyê Hatayê çûbû wir, jê re got 'Komên Siltan Murat êrişî malên me dikin û dixwazin keça min a temenê we 15 salî bi zorê bizewicînin û em jî li dijî vê biryarê ne'. Walitiyê Tirkiyeyê bi şewazekî li dijî ehlaq nêzî wê jinê bû û bersiva wê dabû û gotibû, 'wan kesan Efrîn rizgarkiriye em jî tu car li dijî wan koman dernakevin. Wan Efrîn rizgar kirine. Mal û milkên we, jinên we, her tiştên we ji wan re helal e'. ENKS jî vê yekê baş dizane lê ji ber ku ji bo berjewendiyên xwe hevkariya Tirkiyeyê dikin. Heke di nava ENKS'ê de yek derkevê der heqê binpêkirinên mafan ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tên qal bike ji ENKS'ê tê avêtin."   MA / Mahmut Altintaş