Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e 2023-10-07 09:07:04 AMED – 775 parêzeran îmze dabûn ku hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin. Ji wan parêzeran Yakûp Demîr ji bo polîtîkaya tecrîdê got: "Li gel binpêkirna mafan, di heman demê de sûc e jî."  Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de 31 meh in tu xeber nayê girtin. Ji bo dawî li tecrîda mutleq bê 775 parêzer di 10'ê Hezîrana 2022'yan de ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê zêdetirî salek derbas bûye hê jî serlêdana parêzeran nehatiye bersivandin.    Ji van parêzeran Yakûp Demîr tecrîda Îmraliyê nirxand.    Yakûp Demîr   Demîr bibîr xist ku ji roja ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîne Girava Îmraliyê tecrîd dest pê kiriye û got: "Ev tecrîd, li gor pêvajyan geh giran bûye geh jî sist bûye. Lê ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ne malbat, ne parêzer û ne jî wasî nikarin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin."    ‘MAFÊN WÎ YÊN HIQÛQÎ HENE'   Demîr destnîşan kir ku xebernegirtina ji Girava Îmraliyê di warê normên hiqûqa gerdûnî û hiqûqa navxweyî de binpêkirina mafan e û ev tişt gotin: "Kesên girtî xwedî hin mafên hiqûqî ne. Divê li gor periyodeke diyarkir hevdîtinan bike. Çaçroveyeke qanûnî ya vê yekê heye. Nebikaranîna vê çarçoveya qanûnî, li gel binpêkirina mafan, di heman demê de sûce jî."    Demîr bilêv kir ku 775 parêzer ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin hem serî li Wezareta Dadê hem jî serî li baroyan dane û got ku ne bersiva van serlêdanan hatiye dayîn ne jî di warê tecrîdê de tiştek guheriye.    Demîr destnîşan kir ku ger tecrîd bi dawî bibe dê ji bo çareseriya demokratîk a meseleya kurd firsendên mezin derkevin holê û got ku bi vê re di hemû warên jiyanê de nirxên demokratîk rû bidin. Demîr wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev yek dê tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû welatiyên kurdan jiyaneke aştiyane, aram û xwedî nirxên dmeokratîk berpêş bike."