Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal 2023-10-07 09:13:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Şemê Remo ya 65 salî ku li dijî leşkerên ku xwestin bikevin Şengalê bûbû mertal, wiha got: "Yek ji me jî bimîne em ê nehêlin ku ew peymana 9'ê Cotmehê li Şengalê pêk bînin."    Di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li dijî civaka êzidî fermana 73’yan pêk hat. Hêzên PDK’ê yên ku parastina Şengalê dikirin ji ber çeteyên DAIŞ’ê reviyan û civaka êzidî bi komkujiyeke mezin re rû bi rû hiştin. Di heman kêliyê de hêzên PKK’ê xwe gihandin civakê û rê li ber komkujiyeke mezintirîn girtin. Gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê gel ji çeteyan rizgar kirin. Civaka êzidî ji bo parastina xwe Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) avakirin. Civaka êzidî ya ku kêlî bi kêlî xwe bi rêxistin kir Meclisên xwe avakirin, hêza xwe ya parastinê xurt kirin û pergala xwe ya xweser avakirin û xwestin ku hikûmeta Iraqê xweserî û statuya Şengalê nas bikin. Lê di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin ku careke din Şengalê têxin bin kontrola xwe. Li ser vê hewldanê Şengalî ketin çeperê berxwedanê û nehiştin ku vê peymanê li Şengalê pêk bînin.    Li ser peymanê sê sal derbas bûn. Êzidî sê salin li dijî vê peymanê li ber xwe didin û vedigerin ser axa xwe. Her wiha êrîşên dewleta tirk ên hewayî yên li dijî Şengalê jî didomin. Dayika Şemê Remo ya ku li dijî peymana 9’ê Cotmehê de di çeperên berxwedanê de cihê xwe yê herî pêş girtibû û bi kevirê di destê xwe de li dijî maşîneyên zirxî li ber xwe dabû, peymana 9’ê Cotmehê nirxand.    'HÊRÎ ZÊDE ÊRÎŞÎ JINAN KIRIN'   Dayika Şemê ya diyar kir ku pêşiya fermanê pêşmergeyan soz dabû ku ew ê wan biparêzin, destnîşan kir ku pêşmergeyan xiyanet li wê soza xwe kirin û wiha axivî: "Beriya niha pêşmerge jî û artêşa Iraqê jî li vir bûn. Ji hidûd bigire heta Bexdayê û Başûrê Kurdistanê parastina wê pêşmerge û artêşa Iraqê dikin. Beriya fermanê pêşmerge di nava gundên me de bûn. Pêşmergeyan ji me re gotin, 'tiştek çêbibe em ê we biparêzin netirsin' me jî bawer kir û em ji wan pişt rast bûn. Pişta me ne bi hikûmeta Iraqê bi pêşmergeyan gerim bû. Me got dê sedî sed me biparêzin. Lê wisa nebû. Û sedemê fermanê jî pêşmerge bi xwe bû, wan em firotin, Şengal firotin. Dinya alem hemû dizane ku pêşmergeyan Şengal firote Kerkûkê. Em di destê DAIŞ'ê de hiştin. Me dît ku keç û jinên êzidî çawa di bazaran de tên firotin, çawa êzidiyan qir dikin, çawa zarokan ser jê dikin. Hêrî zêde jî êrîşên xwe li ser me jinan kirin. Me dît ku siyaseteke çawa li ser me tê meşandin."   'NEKARÎNE BERXWEDANA ŞENGALÊ'   Şemê Remo, bi lêv kir ku li gel lihevhatina Hewlêr û Bexdayê êrîşên li dijî Şengalê zêde bûn û wiha domand: "Êzidî di fermanê de xelas nekirin vê carê jî serî li peymana 9'ê cotmehê dan. Em li dijî 9'ê cotmehê sekinîn. Heta ku emrê me têra bike û heta ku em sax bin jî û yek jineke êzidî bimîne em ê tu carî jî nehêlin ku peymana 9'ê cotmehê di Şengalê de pêk bînin. Heta ku yek ji me bimîne jî em ê li dijî wê tebikoşin. Dinya hemû dizane ku di Şengalê de berxwedaneke mezin çêbûye. Ji ber wê jî hikûmeta Iraqê jî êrîşî me kir. Ji ber planên Tirkiyeyê û malbata Barzanî hikûmeta Iraqê jî em hedef nişandan. Hevalên me şehîd ketin û hikûmeta Iraqê bû sebebê vî tiştî. Hikûmeta Iraqê dît ku xeteriya wê tê de heye nêçar ma ku paş ve gavê biavêje. Pêşmerge jî xwe ceriband got, 'min Şengal ji DAIŞ'ê xelas kiriye, min Şengal parastiye' lê nekarî. Piştî şerê di nava Sinûnê û Xanê wan jî êrîşî me kir û me wê demê jî şehîd dan. Ew hevalên me ji ber hevkarên DAIŞ'ê şehîd ketin. Xwestin êrîşî me bikin û me tune bikin lê nekarîn. Bi rastî jî me berxwedaniyeke mezin di Şengalê da û nekarîne me. Niha jî nikarin. Nikarin me, heke ku kariban dê niha li vir bi cih biban. Dinya alem jî dibîne her roj êrişî pêşengekî/e me dikin. Êrişî kesên ku DAIŞ ji vir derxistin dikin û wan hedef digirin."   'EM Ê NEHÊLIN KU EW BIKEVIN ŞENGALÊ'   Dayika Şemê Remo, bi lêv kir ku heta ku dilopek xwînê di laşê wan de dimîne ew ê li dijî vê peymanê li ber xwe bidin û got: "Niha bi rêbazeke din bêşer dixwazin peymana 9'ê cotmehê pêk bînin û me tune bikin. Dibêjin, 'Me Şengal parastiye û em ê derbasî Şengalê bibin'. Niha dixwazin ku bi rêbazeke cuda derbasî Şengalê bibin û baweriya êzidiyan bi xwe bînin. Lê baweriya êzidiyan bi wan nayê. Heke ku artêşa Iraqê û pêşmergeyan Şengal parastiban yek DAIŞ'î jî nediket Şengalê û yek keç û jineke êzidî nediket destê DAIŞ'ê de. Ew hevkarên DAIŞ'ê ne. Malbata Barzanî, Iraq û Tirkiye hevkar in. DAIŞ ji ku çêbû, kesk e, sor e, şîne çiye, ji ku derket? Tirkiye DAIŞ'ê çêdike, pêşmerge û Iraq jî pêşiya wê vedike. DAIŞ ev e. Êrîşên Tirkiyeyê DAIŞ'in. Her roj pêşengeke/î me hedef digirin. Roja fermanê zarokên ku emrê wan nebûne 20 tev li hêza xwe bûn. Ji bo ku heyfa vê civakê bistîne tevli bûn. YBŞ hêza me ye, YJŞ hêza me ye. Ew zarokên êzidiyane. Dibêjin,' PKK di Şengalê de ye û ew ne hêzeke asayi ye' şerme û rûreşiye. Her carê zarokên êzidiyan qetil dikin. Heke ku ne ji vê hêzê ba niha yek mal nevegeriyaba Şengalê.Îro êzidî bi saya vê hêzê bi rehetî vedigerin Şengalê. Heke ku hêzeke dijmin di Şengalê de hebûya ma me dikariya vegeriyan Şengalê, me dikariya biçin baxçeyên xwe? Dixwazin ku peymana 9'ê cotmehê pêk bînin û serî li van gotinan didin. Êzidî qir nebûn, xelas nebûn bi saya vê hêzê. Em ê li dijî vê peymanê her û her li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ku ew bikevin Şengalê. Heke ku qeweta me têra bikira em ê êrîşên hewayî jî bidina sekinandin lê qeweta me nîne."   MA / Zeynep Dûrgût