Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin 2023-10-07 11:05:57   ŞIRNEX - Hevşaredarên Cizîrê û endamên Meclisa Şaredariyê li dijî biryara qeyûm a tehsîskirina "Mala Dengbêjan" li Dadgeha Îdareyê doz vekirin.   Qeyûma Şaredariya Cizîr a Şirnexê Nazli Demîr di 7’ê tebaxê de “Mala Dengbêjan” tehsîsî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Cizîrê kir. Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kûtlû, Mehmet Zîrîg û 18 endamên Meclisa Şaredariyê serî li ji bo betalkirina biryara tehsîskirina Mala Dengbêjan bi daxwaznameyekê serî li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê dan.   Di daxwaznameya ku hatiye kirin de wiha hate gotin: "Biryar hate girtin ku avahiyek ku sembola bajêr e, bi rakirina mafê herî bingehîn ê welatiyan, mafê sûdwergirtina ji avahiya ku bermayek çandî û dîrokî ye, were veguheztin. Ji ber vê yekê avahiya ku qala wê tê kirin taybetmendiya di berjewendiya gel de ye. Ji ber vê sedemê, komîteyên ku mecbûr in li gorî berjewendiya rayagiştî tevbigerin û divê bi lêkolîneke rasteqîn ev biryar bê sekinandin.”