Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin 2023-10-07 12:19:57   COLEMÊRG - Li Geverê duh ciwan hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku polîsan, ciwanan ripûrût kirine û li wan dane û ava cemidî li wan kirin e. Di encama înşkenceyê de milê kesekî hatiye şikandin. Ev yek jî di raporê de hatiye nivîsandin.    Duh li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan bi awayek hemwext bi ser gelek malan de girtibû. Di serdegirtinên malan de 10 kes hatibûn binçavkirin. Polîsên tîmên taybet tundiyê li welatiyan kir. Ciwanên hatine binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê tên ragirtin. Ji ciwanan Vedat Ozeken ji aliyê polîsan ve hatiye ripûrûtkirin û lê dan. Her wiha polîsan cilên Bariş Ozçuk jê kirin û ava cemidî pê de kirin. Hat ragihandin ciwan bi îşkenceyê re rû bi rû mane.    Di raporên ji nexweşxaneyên hatin girtin de derket holê ku ciwanên hatine binçavkirin bi muameleya xerab, tundî û îşkenceyê re rû bi rû mane. Di rapora Bariş Ozçuk de hat tespîtkirin ku şopên îşkenceyêl i ser sîng, pişt û milê wî çepê hene. Her wiha di rapora Vedat Ozeken de jî hat tespîtkirin ku gelek şopên îşkenceyê li ser pişta wî hene.    Malbatên ciwanên hatine binçavkirin behsa tundiya polîsan û tiştên hatine serê wan kirin.    ‘MILÊ LAWÊ MIN ŞIKANDIN’    Bavê Vedat Ozeken, Îrfan Ozeken diyar kir ku polîsan bi giranan çam û deriyên wan şikandine, ketine hundir û îşkence li lawê wî kirin e. Ozeken da zanîn ku polîs çawa ketine hundir hemû ferdên malbata wî li ser piştê li erdê dirêj kirin e û got: “Polîsan bi awayek kêfî bi saetan li malê lêgerîn kirin. Polîsan li lawê min da û dengê qêrîna wî digihîşt erşê esman. Polîsan bi îşkenceyê milê lawê min şikand. Polîsan lawê min tazî kirin. Nehiştin ku pêlava xwe jî bixe piyê xwe û wî birin li panzêrê siwar kirin. Wî ripûrût kirin û lê dan. Her wiha polîsan pê li pişta me hemûyan kirin. Em dibêjin êdî ji van muameleyan re bes e. Bila ya me bikujin ya jî dest ji me berdin.”    Dayika Bariş Ozçuk, Saliya Ozçu jî anî ziman ku di kêliya serdegirtina malê de ceyrana wan hatiye birîn û polîsan deriyê mala wan bi teqandina funyeyê vekirine û ketine hundir.    AVA CEMIDÎ LÊ DIKIN    Ozçuk destnîşan kir ku polîsan çawa ketine malê wê û hevjînê li odeyekê girtine û sê çar polîs pê li pişta lawê wê kirine û wî ji pişt ve kelemçe kirine û lê dane. Ozçuk anî ziman ku polîsan paşê lawê wê ripûrût kirine û wiha got: “Polîsan li lawê min dan. Avê ji serşokê anîn û pê de kirin. Tevî ku lawê min dikir qêrînî jî lê didan. Bi qûndaxa tifingên xwe li hevjînê min dan. Polîsan bi pehîna li lawê min da. Hemû bedena wî birîn kirin. Xwedê vê zilmê qebûl neke.”    'GULE BERDAN LINGÊ KEÇA MIN Î ASTENGDAR’    Bavê Egît Koca, Nasrullah Koca jî destnîşan kir ku polîsan funye bi deriyê wan ve teqandiye û derî vekirine û wiha axivî: “Piştî teqandina funyeyê hundir tije dûxan bû. Polîs çawa ketin hundir êrişî me kirin. Bi qûndaxa tifingan û kulman li me dan. Keça min astengdar anîn xwarê û gule berdan lingê wê. Hindik mabû me hemûyan bikujin. Ne derî ne jî pace ji me re hiştin. Li hemû zarokên min dan. Gelek li lawê min Egîd dan.”    'ÊRIŞÎ HER KESÎ KIRIN’    Dayika Bahtiya Bor, Hasret Bor jî destnîşan kir ku polîsa çawa ketine hundir êrişî wan kirine û got: “Polîs ketin odeya Bahtiyar, wî derxistin û destên wî ji paş ve kelemçe kirin û bi deqîqeyan lêdan. Polîs derketin ser pişta wî û îşkence lê kirin. Polîsan li me hemûyan dan. Xwedê heqê me ji wan re û ji vê zilma wan re nehêle.”    JI BO AGAHÎGIRTINÊ ÇÛ EMNIYETÊ LÊ EW JÎ KIRIN BINÇAVAN    Serhat Aşkan jî ji bo lewşa lawê xatiya xwe Bahtiyar Bor hîn bibe diçe emniyete û polîs wî jî dikin binçavan.    Asya Aşkan jî anî ziman ku ew nizane çima lawê wê hatiye binçavkirin û got: “Em nizanin niha zarokên me di çi halî de ne. Xwedê vê neheqiya wan qebûl neke.”