Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin 2023-10-07 12:37:19     WAN - Ciwanê bi navê M.P. ku ji sedî 70 astengdarê zîhnî ye ji aliyê polîsan ve hate derbkirin, kelemçe kirin û di nava wesayîtê de gaza îsotê avêtinê. Polîsan giliyê M.P’yê tevî astengdar bû jî birin qereqolê kirin.    M.P. yê 22 salî yê ji sedî 70 astengdarê zîhnî ye duh bi hinceta li Qada Beşyol a Wanê zirar daye wesayîta polîsan bi ledanê hatibû binçavkirin û duh bişev hate berdan. M.P. yê li ser laşê wî şopên lêdanê hatin dîtin bi gotina “Di rû û stûyê wî de hîperemî heye. Bi rêbaza dermankirina hêsan dikare bê tedawîkirin. Xetereya wî ya jiyanî nîne” rapora tenduristiyê hebû.    Piştî ku dîmenên M.P. yê ku di dema binçavkirinê de hatiye derbkirin di medyaya dîjîtal de hate weşandin, polîsên ku ew binçav kirin hem hem girtek girtin û hem jî giliyê M.P. kirin. Polîsan di girtekê de îdia kirin ku M.P. êrişî wan kiriye.    Polîsan îdia kirin ku dema di wesayîtê de bûn M.P. ava di şûşeya sodayê ya di destê wî de bi wesayîtê de kiriye û xeber gotine, pişt re bi şûşeya sodayê zirar daye wesayîtan, li ser vê yekê ji wesayîtê peyabûne û M.P. binçavkirine. Polîsan îdia kirin ku M.P. li dijî wan derketiye û di girteka girtine de diyar kirine ku ji bo dijderketina wî asteng bikin ew kelemçekirine.   DI NAVA WESAYÎTÊ DE GAZA ÎSOTÊ HATIYE BIKARANÎN   Di beşeke girtekê de jî cih digire ku polîs ji bo dijderketina M.P. asteng bikin di nava wesayîtê de gaza îsotê bikaranîne. Rapor, daxuyaniya Miduriyeta Polîsan a Bajêr a “Me bir nexweşxaneyê, dema em pêhesiyan ku astengdar e li malbata wî geriyan û radestî wan kir” jî di derewîne. Di raporê de cih digire ku tevî raporên M.P. hene jî piştî nexweşxaneyê wî dibin Qereqola Polîsan a Îkî Nîsanê.    DERB KIRIN, BÛN MEXDÛR!   Piştî tiştên qewimîn her du polîsên M.P. binçavkirin bi îdiaya “zirar daye mal” û “Ji bo peywîrê nede kirin li ber xwe daye” giliyê M.P. kirin.