Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin 2023-10-07 12:57:55   STENBOL - Dayikên Şemiyê ku xwestin li Qada Galatasarayê carek din ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di êrişa polîan de nêzî 20 Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin.    Dayikên Şemiyê tevî hemû astengî û binçavkirinan jî dest ji têkoşîna xwe ya li Qada Galatasarayê bernadin. Dayikên Şemiyê di hefteya 967’emîn de bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe windayî bipirsin û faîl bên darizandin, xwestin biçin li Qada Galatasarayê bicivin. Lê polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dîsa Dayikên Şemiyê dorpêç û asteng kirin.    Polîsan di hefteya 27’emîn de biryara “qedexeyê” ya Qeyemqamiya Beyoglûyê nîşandan û destûrê nedan çalakiyê.    Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku li ser Cadeya Îstîklalê ber bi Qada Galastarayê ve dimeşiyan ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û binçavkirin.      Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yollerî û gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan çalakiyê.    Bi sedan polîsan her çiqas xwestin li ser Cadeya Îstîklalê meşa Dayikên Şemiyê asteng bikin jî lê bariyeran derbas kirin û meşiyan. Dîsa polîsan rê li ber çalakgeran girt û destê wan ji pişt ve kelemçe kirin û kirin binçavan.    QERENFÎLAN NÎŞANÎ POLÎSAN DAN Û HELWESTA WAN PROTESTO KIRIN    Tevî hemû astengiyan jî Gulseren Yolerî û parlamentera HDP’ê ya berê Oya Ersoy meşiyan heta qadê û bi qerenfîlên destê xwe nîşanî polîsan dan û helwesta polîsan protesto kirin. Gulseren Yolerî û Oya Ersoy biryara AYM’ê bi bîra polîsan xistin û destnîşan kirin ku dorpêç û binçavkirin neheqî ye û ew ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin.    NÊZÎ 20 KESAN HATIN BINÇAVKIRIN    Di encama êrişa polîsan de Gulseren Yolerî jî di nav de nêzî 20 kesan hatin kelemçekirin û binçavkirin.