PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin 2023-10-07 16:21:10 ÎZMÎR - Der barê parêzer Aryen Tûran de ji ber axaftina wê ya “bila çekên kîmyewî bên lêkolînkirin” îdianame hatibû amadekirin. PEN’a Norveçê îdianameyê lêkolînk kir û di rapora ku weşand de got Tûran berpirsiyariya xwe aniye cih û Tirkiyeyê hiqûqê binpê kirye.  Baroya Îzmîrê di 22-23’ê cotmeha 2022’yan de kongreya xwe li dar xistibû. Parêzer Aryen Tûran a endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Îzmîrê di kongreyê de axivî bû û xwestibû u çekên kîmyewî yên li başûrê Kurdistanê li dijî endamên HPG’ê hatine bikaranîn, bila bê lêkolînkirin. Dadgeha Îzmirê der barê Tûran lêpirsîn da destpêkirin, wê binçav kir û paşê berda. Piştre bi îdiaya “bi zanebûn û xwestek alîkariya rêxistinê kiriye” der barê Tûran de doz hat vekirin û îdianame hat amadekirin. Tûran di danişîna ewil a di 7’ê hezîranê de beraet bû.    ÎDIANAMEYA ÇEKÊN KÎMYEWÎ HAT LÊKOLÎNKIRIN   Îdianameya Tûran bo lêkolînê ji PEN’a Norveçê re hat şandin. PEN’a Norveçê îdianameyê lêkolîn kir û têkildarî mijarê raporek di 5’ê mijdarê de weşand. Di rapora PEN’a Norveçê de hat diyarkirin ku Tûran di çarçoveya azadiya raman û derbirînê de axivî ye û berpirsiyariya xwe bicih aniye. Di raporê de hat destnîşankirin ku Tirkiyeyê bi doza der barê Tûran de hiqûqê binpê kiriye.