Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin 2023-10-07 16:32:39   COLEMÊRG - Polîsan dîmenên parêzerên ku xwestin îşkenceya li cîwanan hatiye kirin eşkere bike, bi darê zorê ji telefonên parêzeran birin.    Polîsan duh li navçeya Gevera Colemêrgê ser gelek malan de girtin û ciwanan bi îşkenceyê binçav kirin. Parêzeran piştî binçavkirinan, xwestin îşkenceya hatiye kirin eşkere bikin lê belê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.    Parêzerên bi saetan li ber deriyê emniyeta Geverê hatine sekinandin ji bo ku îşkenceya hatiye kirin eşkere bikin, wêne girtin. Polîsan bi darê zorê wêneyên hatine girtin j telefonên parêzeran dan jêbirin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Colemêrgê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal têkildarî nêzîkatiya li dijî parêzerên ku endamê wan in, daxuyanî da.   ÎŞKENCE HAT KIRIN   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serdagirtinên malan de li dijî kesên hatine binçavkirin û malbatên girtiyan bi awayekî sistematîk, dijî exlaqî, muamelayên wekî îşkenceyê hatine kirin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kesên hatine binçavkirin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê raporên derpkirinê wergirtine, polîsan nehiştine ku muwekîlên wan pêdiviyên xwe yên wekî av, xwarin û destşoyê pêk bînin. Polîsan nehiştine ku parêzer bi telefonên xwe ve têkevin odeya binçavkirinê. Herwiha polîsan telefona B.O yê ku dixwest îşkenceyê bi belge bike desteser kir û dîmenên ku parêzer girtiye bi darê zorê jê birine û xwestin parêzeran binçav bikin.”   ‘DIVÊ LÊPIRSÎNEKE BIBANDOR WERE BIRÊVEBIRIN'    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî îşkenceya hatiye kirin tu sazî neketine liv tevgerê û wiha hat gotin: “Divê lêpirsîneke bibandor were destpêkirin û birêvebirin, sepanên kêfî, êriş, heqaret werin zelalkirin, derbarê kesên van tiştan kirine bila lêpirsîneke bibandor were destpêkirin û ev kes werin cezakirin. Herwiha di darizandinên polîs û leşkeran de bêcehiştin dibe sedema binpêkirinên mafan. Em bi darizandineke adîlane dixwazin ku lêpirsîn bi awayeke bandor û lezgîn were destpêkirin, faîl werin cezakirin. Em ji cemaweriyê re radigehînin ku em ê ji serî ve bibin şopdarê pêvajoya hiqûqî.”