‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne' 2023-10-08 09:02:46   RIHA - Seroka Lijneya Jinan a Rêveberiya Xweser Adalet Omer ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand, got: "Komplo, bi êrişên li ser xaka ku fikrên birêz Ocalan lê aj dane tê domandin."    Piştî êrişa 1'ê cotmehê ya li hemberî Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Bi daxuyaniyên Fîdan re li ser hev du êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Heya niha 45 tesîsên sivîl (tenduristî, enerjî, petrol, xizmet, aborî, av, dibistan zexîre...) û 20 qadên cuda hatine bombebarkirin. Di êrişan de 8 jê sivîl, 7 jê hêzên ewlehiya hundirîn û şervanên HSD'ê bi giştî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî daxuyand ku wan Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a artêşa tirk xistiye. Herî dawî di 6'ê cotmehê de balafirên şer ên Tirkiyeyê yên ji Amedê rabûn, Taxa Kaniya Kurdan a Kobanê û febrîqeya betonê û Nexweşxaneya Covîdê yên li Kobanê bombebaran kirin.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehhezaran kes li dijî van êrişan daketin qadan. Seroka Lijneya Jinan a Rêveberiya Xweser Adalet Omer êrişên tên kirin nirxand. Omer, êrişên navborî wekî berdewama komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand.    Omer anî ziman ku di 3 mehên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî qadên jiyanê tên bombebarkirin û wiha domand: "Heya niha windayên me yên sivîl û hêzên ewlehiyê hene. Êriş li hin navendên bajaran bi taybetî jî li xeta sînor bênavber didomin. Ev êriş, êrişên sala 2009'an tînin bîra me. Em dibînin ku dixwazin car din Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin. Saziyên sivîl, saziyên ximetê hedef hatin girtin."    BERDEWAMA KOMPLOYÊ   Omer, bi domdarî got: "Bi taybetî di meha cotmehê de pêkanîna van êrişan wesfa berdewamiya komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêber Ocalan di xwe de dihewîne" û anî ziman ku êrişên îsal jî di meha cotmehê de hatin kirin, ev ne rasthatinî ye. Omer, wiha domand: "Bêdengiya qada navneteweyî jî vê teoriya me xurt dike. Komplo, bi êrişên li ser xaka ku fikrên birêz Ocalan lê aj dane tê domandin. Gelê vir jî hay ji vê heye û ji ber vê dadikeve qadan û bertek nîşan dide."    ‘JIN XWEDÎ LI ŞOREŞA XWE DERDIKEVIN'   Omer destnîşan kir ku gel li Qamişlo, Hesekê û gelek deverên din êrişan protesto dike û got ku ên pêşengiya van protestoyan dikin jî jin in. Omer biryardariya jinan a ji bo xwedîderketina li şoreşê jî destnîşan kir û got: "Gelê ku daket kuçeyan qîriya ku ew ji van êrişan natirsin û dê paşdegav neavêjin. Di van protestoyan de ku Kongra Starê pêşengiya wan kir, jinan rol û ristên nû hilgirtin û rola xwe lîstin. Jin dizanin ku dê aştî û çareseriyê bînin vê xakê. Lewma dizanein ewilî ew hedef tên girtin."    ‘RIZGARÎ DI DESTÊ ME DE YE'   Omer bilêv kir ku dê jin li dijî êrişan rêxistinkirina xwe xurttir bikin û bersiva êrişan bidin û got: "Jin bi van êrişan dizanin û dagirkeran nas dikin. Dagirker jî dixwazin jinan di nava rola ku wan diyar kiriye de heps bikin. Lê jin xwedî li şoreşa xwe derdiekevin. Me ji destpêkê ve teslîmiyet qebûl nekir û em ê qebûl nekin jî. Me ji bo têkoşînê her tiş da ber çavê xwe. Em ê rastiya xwe bi destê jinan bihûnon. Di Rêveberiya Xweser de jin bêtir xwe birêxistin dikin û hewl didin vê ragihînin cîhanê. Tu hêviyeke me ji vê pergalê tune ye. Em dizanin ku rizgariya me di destê me de ye."    MA / Ceylan Şahînlî