Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan 2023-10-08 09:49:01   ŞIRNEX - Suryanan piştî 34 salan li Keşîşxaneya Mor Aho ya li Çiyayê Gabarê ayîna yekemîn li dar xistin.    Keşîşxaneya Mor Ago ya li gundê Dêra Jor a li ser lûtkeya Çiyayê Gabarê, di sedsala 7 û 8’emîn de ji hêla xelkê suryan ve hatiye çêkirin. Piştî 34 salan, suryanan ayîna yekem li dar xistin. Piştî ku gund di sala 1990’an de bi hinceta ewlehiyê hate valakirin, suryanan koçî welatên cuda yên Ewropayê kirin û piştî demeke dirêj hatin serdana gundê xwe. Welatiyên suryan piştî meşeke bi zehmet, xwe gihandin gundê Dêra Jor ê li serê Çiyayê Gabarê. Sûryanan li keşîşxaneya ji hêla kesên xîzîneyan geriyane û her dereke wê kolandine û bûye kavil, ayîn li dar xistin. Di keşîşxaneya ku demekê weke gov hatiye bikaranîn de ayînê Şîmon Ûçar ê xwediyê gundê Mîdîh ê girêdayî navçeya Hezexê li dar xist. Welatiyên di ayînê de find pê xistin û dua kirin. Piştre welatiyên suryan serdana gora xizmên xwe yên li gund kirin.    AYÎNA PIŞTÎ 34 SALAN     Keşîş Ûçar destnîşan kir ku wan ayîn li ser daxwaza welatiyên ji Ewropayê hatine li dar dixin û wiha got: “Piştî 34 salan yekem carê li keşîşxaneyê de ayîn hate lidarxistin. Em hêvî dikin ku dê di pêvajoyên pêş de em ê bi girseyî ayînê li dar bixin. Em bi kirina vê ayînê gelek bextewar bûn. Lê belê keşîşxaneya me bûye kavil. Heke dema pêş de rêya gund were çêkirin em bawer dikin ku dê rewşa keşîşxaneyê jî biguhere."    Ji gundiyan Kerîm Paçûn jî anî ziman ku ew ji Almanyayê ji bo ku gundê xwe û mala ku tê de hatiye dinê bibîne hatiye û got ku li gundê xwe kirina ayîna piştî 34 salan, ew gelek bextewar kiriye.    MA / Dilgeş Ruvanas