Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike 2023-10-08 11:53:58   RIHA - Rojnameger Bêrîtan Sarya diyar kir ku dewleta tirk di êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sûcê şer dike û wiha got: “Armanca dewletên serdest ew e ku Rêveberiya Xweser bêhêz bikin û neçarî xwe bikin.”    Di 1’ê cotmehê de li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya di nava qada Wezareta Karên Hundir a Dewleta Tirk de êrişeke bombeyî hate lidarxistin. Piştî çalakiyê, dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş dan destpêkirin û ev êriş hêj berdewam in. Di êrişên piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan a di 4’ê cotmehê de febrîqe, dibistan, nexweşxane, bendav, stasyonên av, ceyran û petrolê hedef hatin girtin û herî kêm 110 herêm bi balafirên şer û bi SÎHA’yan hatin bombebarankirin. Di encama êrişan de 2 milyon kes bê nexweşxane, av, ceyran û gaza xwezayî man. Li gel êrişên bênavber ên li dijî Rojava, her wiha şevê din jî mizgefteke li Kampa Penaberan a Mexmûrê hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn.    Rojnameger Bêrîtan Sarya ku geşedanên li qadê jinêzve dişopîne, têkildarî rewşa dawî axivî.    ‘SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN’   Sarya, da zanîn ku bi sala ye êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û wiha got: “Êrişa li Enqereyê ji bo zêdekirina êrişan weke hincet hate nîşandan. Dewleta tirk îdia kir ku kesên êriş pêk anîn ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûne lê HSD û HPG’ê ev îdia derewand. Em baş dizanin ku heke ev çalakî nebûya, planên wan hebûn ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Jixwe êriş dikirin. Lê niha berfirehtir êrişan dikin. Di êrişan de qadên sivîlan hedef tên girtin. Yekser hedefgirtina binesaziyê, sûcê şer e.”   ARMANCA ÊRIŞAN   Bi domdarî Sarya got ku armanca êrişan “temamkirina qirkirina kurdan e” û ev tişt anî ziman: “Ji bo qirkirina kurdan, dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tesfiye bikin. Piştî dagirkeriya li Serêkaniyê û Girê Spî, her tim bi top, SÎHA û balafirên şer êriş dikirin lê nekarin tevgereke nû ya dagirkeriyê bidin destpêkirin. Heke ji hêza xwe bawer bûya û firsendeke konjonkturel bidîta, dê bike. Bi rastî jî petrolên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bo Erdogan bûn derd. Dixwaze herêmê dagir bike û petrola wê bigire destê xwe. Di sala 2019’an de bi nexşeya dagirkeriyê çûbû Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY). Di sala 2020’an de wî bi xwe teklîf bo Putîn kir ku petrolên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re derxînin. Lê nekarî bi ser keve. Em dibînin ku di êrişên heyî de tesîsên petrolê hedef tên girtin. Pareke yekser a rêveberiya Şamê û Rûsyayê jî di van êrişan de heye. Lê hedefgirtina stasyonên petrolê û embarên dexlî dê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike. Ji ber ku dê petrol û dexl bo qadên Şamê neçe.”    ROLA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ   Di berdewamê de Sarya bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî da û ev tişt anî ziman: “Li dijî van sûcên şer, mekanîzmayên pêwîst nexistin dewrê. DYA, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî jî şirîkên van êrişan e. Êrişan erê dikin. DYA, Rûsya, hikûmeta Şamê, hêzên koalîsyonê li deverên êriş li ser çêdibin dimînin lê bêdeng in. SÎHA’ya Tirkiyeyê hate xistin lê gotin ku ji bo parastina xwe kirine. Hakan Fîdan qala aliyên sêyemîn dikir. Dibe ku bersiva wê be. Lê teqez ji bo parastina xelkê herêmê nebû. Ji ber ku bi roja ye bi dehan êriş bi SÎHA’yan hatin kirin û tên kirin. Xelkê sivîl ê li dora baregehên DYA û Rûsyayê hedef tên girtin lê dengê xwe nakin.”    ‘ELEQEYA XWE BI KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ RE HEYE’   Rojnameger Sarya bi lêv kir ku niha li herêmê fînala Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye û ev nirxandin kir: “Ajanda û berjewendiyên her hêzekê cuda ne. Qonaxa duyemîn a şer bi komploya li dijî birêz Ocalan dest pê kir. Pergaleke îşkenceyê ya Îmraliyê ava kirin. Birêz Ocalan 25 sal in li dijî vê pergalê têdikoşe. 31 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Planên qirkirina kurdan girêdayî tecrîdê derketine lûtkeyê. Êrişên îro têkiliya xwe bi komployê re hene. Dîroka Tirkiyeyê bi qirkirinan tije ye. Ev sed sal e hewl dide qirkirina kurdan temam bike lê nikare. Li pêşberî wan kevneşopiyeke berxwedanê heye. Girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan, êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên parastinê û hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo temamkirina qirkirinê ne.”    'BIRYARA BERXWEDANÊ YA GEL HEYE’   Sarya, axaftina xwe wiha qedand: “Xelkê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrişan û komployê daket qadan û berteka xwe nîşan da. Tevî êrişên giran jî vî gelî Şoreşa Rojava afirand, jiyan û pergala xwe ya siyasî birêxistin kir, azadiya jinê veguherand pergalê. Ev yek bi berxwedanê kir. Îro jî xwedî heman hêz û biryarê ye. Êrişan, ziyaneke mezin a aborî gihand Rojava lê gelê wê dê teslîm nebe. Biryara berxwedanê ya gelê Rojava heye. Hêzên leşkerî yên Rojava jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrişan. Dewleta tirk hewl dide DAIŞ’ê zindî bike. A rast Tirkiye bi xwe DAIŞ e. Divê bi heman ruhê serhldana 6-8’ê cotmehê Rojava were parastin. Daxwaza Tirkiyeyê qirkirin û rûxandina Rêveberiya Xweser e. Hêzên serdest jî dixwazin Rêveberiya Xweser bêhêz bikin û neçarî xwe bikin. Lewma divê ji her alî ve gelê kurd û dostên wan xwedî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin.”    MA / Emrûllah Acar