Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket 2023-10-08 14:18:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Stasyona Siwêdiyê ku pêdiviya ceyran û xazê ya herêma Cizîrê pêşwazî dike, her wiha ceyranê dide tevahiya stasyonên avê yên Herêma Cizîrê, di bombebarana dewleta tirk de ji sedî 80 ji xizmetê derket.   Ji 4'ê cotmehê heta niha êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêj dijwartir bûn û berdewam in. Di êrişên heta niha de bi temamî saziyên xizmetguzarî û navendên enerjiyê hatin hedefgirtin.   Yek ji navendan jî Sstasyona Siwêdiyê ya li başûrê bajaroka Rîmêlanê yê girêdayî Kantona Qamişloyê ye. Siwêdiyê stasyona herî mezin a herêma Cizîrê ye. Ji vê navendê pêdîviya xaz û ceyranê ya tevahiya herêma Cizîrê tê pêşwazîkirin. Her wiha stasyonên avê yên li bajarên din jî bi ceyrana ku ji vê navendê tê dayîn, dişixulin.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); navenda Siwêdiyê di 6'ê cotmehê saet di 10:45'an de bû hedefa bombeyên balafirên şer ên dewleta tirk û heta evarê 11 caran hate bombebarankirin. Ji ber êrişê, stasyon ji xizmetê derket û li tevahiya herêmê pirsgirêka ceyran, av û xazê dest pê kir.   Stasyon, di 23'yê cotmeha 2022'yan de jî dîsa ji aliyê dewleta tirk ve hatibû bombebarkirin. Di wê êrişê de jî ji sedî 40 ziyan gihiştibû stasyonê.   Yek ji rêveberên Stasyona Siwêdiyê Mistefa Mamxêr diyar kir ku di dema bombebarana dewleta tirk de ew li stasyonê bû û ev tişt anî ziman. "Bi bombebaranê re agir bi stasyonê ket. Me bi çend hevalên xwe re hewl da agir vemirînin. Paşê jî tîma agirkujiyê hat û agir tefand. Lê dîsa bombebaran çêbû. Armanca bombebaranê ew bû ku her du turbînên esasî hilweşîne. Di van êrişan de bingeha 4 turbînên ceyranê ji herêma Cizîrê (kantonên Qamişlo û Hesekê) re dixebitîne hatin bombebarankirin. Niha stasyon ji sedî 80 xizmetê derketiye. Me niha dest bi serarastkirina stasyonê kiriye.”   Tirkiye di 5'ê cotmehê de kargeha xazê ya stasyona Siwêdiyê ku rojane derdora 13 hezar tûpên xazê derdixist bi balafirên şer bombebaran kir.