Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin 2023-10-08 15:54:26   ÎZMÎR - Di Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê de qursên zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî dest pê kirin.    Di Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê de serdema payîzê ya qursên zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî dest pê kirin. Komele, qursên ziman di avahiyê Jînart Hunerê de dan destpêkirin.    Qursiyer Dîlara Rodos destnîşan kir ku ew ji ber demeke dirêje ji navçeya Gimgim a Mûşê koçber bûye, nekariye demekê dirêj zimanê xwe yê zikmakî biaxive. Rodos, anî ziman ku ew ji destpêkirina qursan kêyfxweş e û wiha got: “Malbata min bi dilxwazî asîmîle bûye. Yên ku bi dilxwazî asîmîle nebûne jî zimanê me nîşanî me nedan. Heke sed xizmên min hebin tenê du ji wan dixwazin vegerin ser zimanê xwe.”   FEYDEYA 'HEBÛN Û PÊŞÇAVBÛNÊ'   Bi domdarî Rodos da zanîn ku ji bo domdariya ziman divê ziman were hînbûn û hinkirin û wiha pê de çû: “Divê em di vê mijarê de hinekî hişk nêz bibin. Em çiqas parve bikin dê ewqas ji bo hebûn û pêşçavbûnê feydeyê wê zêdetir be."      ‘YA JI DEST TÊ DIVÊ WERE KIRIN’   Bahara Rengîn jî anî ziman ku ew nikare bi rehetî bi zimanê xwe biaxive û ev tişt anî ziman: "Tunekirina zimanê kurdî ji bo kurdên li rojhilat, di dibistanan de dest pê dike û di malan de bi axaftina tirtkî jî ji holê radibe. Tunebûna zimanekê tunebûna civakekê ye. Divê ya ji destê me tê em bikin.”   ‘ELEQEYA JI BO KURDÎ HEYE’   Xecê Acat a ku 7 sal e di qursên komeleyê de zimanê kurdî hîn dike jî bi bîr xist ku di her demekê de eleqeyek ji bo zimanê kurdî heye û axêverên zimanê kurdî nava demê de zêde bûne. Acat, wiha domand: "Em rastî gelek kesan tên ku di rawestgehên otobusan de jî bi kurdî diaxivin. Dema em di asta yekemîn de hînî ziman dibin, di asta duyemîn de em dikarin çîrokên biçûk ên kurdî bixwînin.”   ‘DERIYÊ ME VEKIRÎ YE’   Acat ji bo kesên dixwazin werin qursên ziman jî wiha got: "Qurs derfeta xwendina bi kurdî dide. Yên ku dixwazin zimanê wan neyê jibîrkirin, yên ku dixwazin ser zimanê kurdî bixebitin, dikarin li vir bixebitin. Her kesek dikare di mala xwe de jî bi kurdî biaxive. Di nava kesên dixwazin hînî kurdî bibin tirk jî hene. Deriyê me ji her kesê ku dixwaze bi kurdî biaxive, vekirî ye.”