Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn 2023-10-08 16:03:15   ENQERE - Kesên di Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dayîn, li Goristana Karşiyakayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.    DAIŞ’ê di 10’ê cotmeha 2015’an de li dijî Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Gara Enqereyê êrişa bombeyî pêk anî û 108 kes qetil kir. Bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn. Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê li Goristana Karşiyakayê ku gorên 5 qurbaniyan li wir in, merasîma bîranînê li dar xist. Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca û malbatên qurbaniyan tev li merasîma bîranînê bûn. Di merasîmê de pankarta ku wêneyên qurbaniyan li ser bûn hate vekirin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Na ji şer re, aştî a niha”, “10’ê Cotmehê ji bîr neke nede jibîrkirin” û “Kujer DAIŞ noker AKP” berz kirin.    ‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’   Seroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî di bîranînê de axivî û wiha got: “Vaye bû 8 sal û em her sal di şexsê van her 5 canên me de 104 canên xwe bi bîr tînin. Weke kesên di vê komkujiyê de sax filîtîn, heta ku edalet pêk tê dê têkoşîna me bidome. Ev 8 sal in em li dijî pergala rêzê bo êşa me nagire têdikoşin. Daxwaza wan 108 canan a aştiyê hebû û em jî ji bo pêkanîna wê daxwazê li vir in.”   Hevjîna Alî Kîtapçi, Emîne Kîtapçi jî li ser gora hevjînê xwe axivî û ev tişt anî ziman: “Bi vê komkujiyê re encamên hilbijartinê guherandin. Ev ne gotina me lê gotina Davûtoglû bû. Ji sedî 10’ê dengê wan zêde bûn. Kesên ku bi rehetî hatin, li naverasta Enqereyê bombe teqandin û 104 canên me ji me standin. Xwestin me bitirsînin û bêzar bikin. Lê em tu caran netirsiyan.”    ‘EM JI XWELIYA XWE DIAFIRIN’   Kîtapçi, got ku hevjînê wê Alî hêj jî bi wê re dijî û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê zimanekî bibînin ku xwe digihîne her tiştî û her tiştekî vedibêje. Em ê wiha bêziman, wiha weke dijminan û parçe parçe negerin li vê cîhanê. Heke îktîdar bixwaze me bikuje jî, em ê dîsa ji xweliya xwe biafirin û her sal jinûve bibin. Em li ser pêya ne. Weke gelên Tirkiyeyê em dixwazin di nava aştî û azadiyê de bijîn.”