ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-09 08:59:53   * Hevseroka KCD’ê ya girtî Leyla Guven, diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan bi tecrîdê didome û wiha got: “Ev komplo darbeyeke li daxwaza Tirkiyeyê ya bûyîna welatekî xurt, serbixwe û xweser e.”   * Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed anî ziman ku DAIŞ li bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ya 4 sal in di bin dagirkirina dewleta tirk û hevkarê wê de ne xwe birêxistin dike û got: “Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war.”   * Rojnamevan û nivîskar Fehîm Işik diyar kir ku li Rojhilata Navîn her kes dê kozên di destên xwe de heta dawiyê bikar bînin û diyar kir ku bêdengiya rêxistinên çep ên gelê Filistînê diparêzin a li dijî êrişên li Rojava sivîlan hedef digirin weke “durûtiyê” penase kir.    * Endamê Meclisa Giştî yê PYD'ê Ehmed Xocê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê diyar kir ku armanc statuya kurdan e û destnîşan kir ku li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye.    * Gelê Colemêrgê diyar kir ku ji ber pirsgirêka kurd krîza aborî ya li welat kûr bûye û wiha got: “Hemû dahat ji şer re tê xerckirin. Çareserî bidawîbûna şer e.”   * Derhênerê belgefîlma “Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl” Celîl Badikanli, behsa belgefîlma xwe kir û wiha got: “Çêkirina belgefîlman ji bo neteweya kurdan berpirsyariyek e û malbata Celîl jî ji bo kurdan kedeke mezin daye. Lewma min xwest vê belgefîlmê çêbikim.”   * Hevalê Mehmed Uzun nivîskar û rewşenbîr Seyîtxan Anter behsa Uzun kir û da zanîn ku “Mihemed dixwest wêjeya kurdî bike wêjeyeke hemdem û wî bi wêjeya xwe, xwe li cîhanê da qebûlkirin.”   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Salvegera Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin dê li Parka Koşûyolû ya Amedê were protestokirin. (11.00) ZINDÎ