Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e 2023-10-09 12:59:33   STENBOL - Rêxistinên hiqûqê diyar kirin ku hedefgirtina sivîlan û qadên jiyanê yên di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de “sûcê şer e” û bang li dewleta tirk kirin ku li gorî peymanên navnetewî tev bigere û dawî li êrişan bîne.   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê, Piştevaniya Parêzeran, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) û Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz, têkildarî êrişên dewleta tirk di 4’ê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşandin.    BANGA ‘DAWÎ LI ÊRIŞAN BÎNIN’    Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku êrişa li dijî sivîlan, avahî û mal û milk “sûcê şer e”. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişa li dijî qadên sivîl rewşeke bi fikar e û hate destnîşan kirin ku di serî de jin û zarok binpêkirina mafên bingehîn ên gel nayê qebûlkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke saziyên hiqûqê bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî peymanên navnetewî ku alîgirên wan e tev bigere, dawî li êrişan bîne û pirsgirêka kurd a bûye pirsgirêkeke navnetewî bi mûxatabên wan re di çarçoveya aştiyê de çareser bikin.”