Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn 2023-10-09 13:09:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên li Îsraîlê û Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan ji hezar û 200 kesî bihûrîn. Îsraîlê ji 300 hezarî zêdetir leşkerên xwe ji bo operasyona bejahiyê şand sînor. Li Gazzeyê jî 123 hezar ji warê xwe hatin derxistin.    Hamasê di 7’ê cotmehê de ji Xeta Gazzeyê li dijî Îsraîlê “Tofana Aksa” da destpêkirin. Piştî vê şer û bombebarana her dua liyan berdewam dike. Her kêliya ku diçe hejmara miriyên di vî şerî de zêde dibin. Hat ragihandin ku hejmara kesên di êriş û bombebarana li Îsraîlê û Gazzeyê jiyana xwe ji dest dane, ji hezar û 200 kesî bihûrî ne. Hat zanîn ku Îsraîlê ji 300 hezar zêdetir leşker ji bo operasyona berjahiyê şandiye ser sînor.    JI ÎSRAÎLÊ HERÎ KÊM 500 ERÎŞ    Hêzên Hewayî yên Îsraîlê (IAF) daxuyanî da û eşkere kir ku li Xeta Gazzeyê ji 500 zêdetir cihên Hamasê û Cîhadên Îslamî kirine armanca xwe. IAF’ê da zanîn ku bi balafirên şer, helîkopteran û topan êrişî hedefan kirin e.    Hamasê jî daxuyand ku çûna wan a ji Gazzeyê ber bi Îsraîlê ve didome. Berdevkê artêşa Îsraîlê serleşker Richard Hecht diyar kir ku hê jî hin milîtanên Hamasê derbasî Îsraîlê dibin.    300 HEZAR LEŞKERÊN YEDEK HATINE WEZÎFEDARKIRIN    Medya Îsraîlê ragihand ku bang li nêzîkî 300 hezar leşkerên yedek ên Îsraîlê hatiye kirin biçin ser wezîfeyê. Hat zanîn ku leşkerên navborî bo operasyonek bejahiyê ya muhtemel şandine ser sînor.    Artêşa Îsraîlê daxuyand ku ku 700 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji vana 73 heb leşker in.    Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ev daxuyanî da: “Li başûrê Îsraîlê û Xeta Gazzeyê heta niha 400 milîtanên Hamasê hatine kuştin.”    LI GAZZEYÊ NÊZÎ 500 KESÎ MIRIN E    Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xeta Gazzeyê de heta niha ji 90 hebî zêdetir zarok bi giştî 493 kesan canê xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ku li Gazzeyê ye, 2 hezar û 751 kes birîndar bûne.    123 HEZAR KESAN JI GAZZEYÊ KOÇ KIRIYE    Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY); ji roja şer destpêkiriye heta niha li Xeta Gazzeyê ji 123 hezar kesî zêdetir ji warê xwe koç kirin e.