Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin 2023-10-09 15:10:58   RIHA - Baroya Rihayê ji ber dîmenên îşkenceyê ya li dergeha girêdayî Terîqeta Rufaî ya li zarokan hatiye kirin, gilî kir.     Li sere hesabên medyaya dijîtal dîmenên zarokên temenê wan di navbera 4 û 8 salan de ku dema zikir pê didan kirin, îşkence lê dihat kirin hatin parvekirin. Hat îdiakirin ku dîmen li dergeheke girêdayî Terîqeta Rufaî ya li Taxa Sirrin a navçeya Halîliye ya Rihayê hatine kişandin. Baroya Rihayê piştî parvekirina dîmenan gilî kir.    Têkildarî mijarê Baroyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Baroyê got ku ew bûyerê ji nêz ve dişopînin û derheqê dîmenan de gilî kirine.