Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê 2023-10-09 16:23:18     STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar beriya 4’emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe çû serdan Navenda Giştî ya DÎSK’ê.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û şandeya pê re beriya 4’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a partiya xwe ku dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin, li Stenbolê çûn serdana Navenda Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK).    Uçar û şandeya pê re ji hêla Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û Sekreterê Giştî yê DÎSK’ê Adnan Serdaroglû ve hate pêşwazîkirin.    Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin. Hat zanîn ku Uçar û Çerkezoglû di hevdîtinê de li ser pêvajoya jinûvesazkirina Partiya Çepên Kesk, pirsgirêkên sendîkayî, nîqaşên li ser Destûra Bingehîn û rojevên heyî axivîn.