Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin 2023-10-09 16:33:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Hesekê Komploya 9’ê Cotmehê û êrişên dewleta tirk bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin.    Li Kantona Hesekê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li dijî êrişên dewleta tirk meşên girseyî hatin lidarxistin. Şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Hesekê komplo û êrişên di 9’ê cotmeha 2019’an de li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatin kirin bi meşan şermezar kirin.    DIRBÊSIYÊ   Girseya gel li pêşiya Mizgefta Hec Sultan kom bûn û ber bi sûka navendî ya navçeyê ve meşiyan. Meşvanan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana wî berz kirin. Li sûka navendî, piştî rêzgirtinê endama Rêveberiya Kongra Star a navçeyê Danyal Şêxî axivî. Danyal komplo û êrişa dagirkeriyê ya li dijî Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir û got: “Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, êrişên dewleta tirk a dagirker ên dijî herêmê û hedefgirtina binesaziyê, berdewama komploya navneteweyî ya dijî Rêbertî ye.”   Endamê rêveberiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) Îmad Biro jî behsa sedem û armancên komploya navneteweyî kir û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan desthilatdarî û koletî qebûl nekir, lewma li dijî wî komplo pêk anîn. Bi komployê xwestin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tune bikin û gel qir bikin. Lê belê berxwedana Rêber Apo hemû plan vala derxistin. Çiqas plan li dijî me werin çêkirin jî, em ê li ser soza ku me daye Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan bimînin.”   HESEKÊ   Meşa li bajarê Hesekê jî ji Çarxerêya Sebax a taxa Mişêrfê dest pê kir û heta Çarxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer berdewam kir. Di meşê de pankertên bi nivîsên “Bi yekîtiya gelan em ê êrişên faşîzma tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin” û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.   Meşa li Çarxerêya Sînalko veguherî mitîngê. Li wir endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Şêraz Hemo komplo şermezar kir û bi bîr xist ku armanca komployê şikandina vîna gelan, têkbirina projeya demokratîk, tunekirina nasnameya kurd û jihevxistina yekîtiya pêkhateyên herêmê bû.   Şêraz got: “Hêzên navneteweyî jî baş dizanin ku gelan xwe li gorî fikrên Rêber Apo bi rêxistin kirine, tu hêz nikare berxwedana wan têk bibe. Tu êriş û komplo nikarin tevna civakî ya xurt a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xira bikin. Berxwedana me deh qatan zêdetir dibe.”   Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso jî destnîşan kir ku tevî hemû astengiyên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê pê re rû bi rû dimîne jî, berxwedana wî ya ji bo rizgarkirina gelên bindest û hemû pêkhateyan qels nebûye û got: “Hemû êriş û komployên dijmin li dijî me dimeşîne, dê berxwedana me qels nekin. Êrişên dijminan me natirsînin, em ê heta têkbirina dagirkeriyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî li ber xwe bidin.”   Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelan û ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li dijî êrişan bi dawî bû.