Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin 2023-10-09 18:10:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li gundê Mestûrê yê navçeya Eyn Îsayê 2 zarok bi guleyên obusan qetil kirin.   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dewleta tirk gundê Mesturê yê navçeya Eyn Îsayê bi obusan topbaran kir. Li gor nûçeya ANHA'yê di topbaranê de de zarokên bi navê Nadiya El Eyaş (10) û Elî El Eyaş (9) hatin qetilkirin.