AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan 2023-10-10 09:02:42   ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê weke hilbijartina herêmî ya 2019’an dîsa deng tên veguhestin. Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal der barê mijarê de axivî û got: “Niha hin hêzên diyarker gund bi gund digerin û lîsteyên cerdevanan amade dikin. Divê gelê me navnîşanên xwe kontrol bikin.”   Bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re desthilata AKP’ê û MHP’ê dîsa serî li pêkanînên derveyî qanûnê dide. Li Şirnex û navçeyên wê beriya hilbijartina herêmî ya Adara 2024’an hewldana veguhestina dengan di rojevê de ye. Di hilbijartina herêmî ya 2019’an de jî AKP’ê bi heman lîstokan gelek şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji destê wê girtin. Derkete holê ku AKP, li navçeya Elkê û Qilêbanê ya Şirnexê dengên cerdevanan vediguhêze navendên navçeyan. Di lîsteya ku derketî holê de li pênc gundên girêdayî navçeya Elkê dengê cerdevanan veguhestine navenda navçeyê. Ji van gundan li gundê Gelejêrê 31, gundê Bêrmanê 12, gundê Bîşî 32, gundê Melêsê 6 û gundê Çemanê jî 19 dengên cerdevanan li ser navenda navçeyê hatine veguhestin. Heta niha herî kêm 100 cerdevan li ser navenda navçeyê hatine qeydkirin.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan aliyên mijarê yên siyasî û hiqûqî nirxand.   ‘GUND BI GUND NAVÊ CERDEVANAN TÊ KOM KIRIN’    Ûysal, diyar kir ku desthilata AKP’ê di hilbijartinên beriya niha de jî heman pratîk xistiye meriyetê û wiha axivî: “Di vê mijarê de li Şirnex û gelek herêmên din di her hilbijartinê de serî li van pêkanînan dane. Di vê hilbijartinê de em li bendê bûn ku piştî îtîrafên ku hatine kirin YSK di vê mijarê de ewlehiya hilbijartinê pêk bîne, lê belê berovajiyê daxwaza me çêbû. Çend meh beriya hilbijartinên herêmî, li navçeyên me yên Qileban, Elkê, Basa û li navenda Şirnexê gelek deng ji gundan birine navendan. Her wiha em dizanin ku hêzeke diyarkirî bi lîsteyên amadekirî gund bi gund digere û navê cerdevanan kom dike. Ev tişt sedeme ku qedera hilbijartinê biguherîne. Dibe ku bandorê li dengên hilbijartinên herêmî hemûyan bike. Me li Qilebanê û navçeyên din der barê veguhestina dengan û guhertina navnîşanan de me serlêdan kir û derqanûnîbûna vê rewşê anî ziman.”   SERÎ LI LIJNEYA HILBIJARTINÊ YA BAJÊR DAN   Ûysal, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku der heqê mijarê de wan serî li lijneya hilbijartinê ya bajêr dane û wiha domand: “Der heqê vê mijarê de me serî li Lijneya Hilbijartinê ya bajêr da. Lê belê ji ber ku niha lîsteya dengdêran tune ye, ji me re hate gotin ku zehmet e ku ew diyar bikin ka çend dengdêr çûne ku derê an jî ev dengdêr dengdêrên xeyalî ne yan na. Beriya ku ev lîsteya hilbijêran nehatiye weşandin û beriya ku pêvajoya îtîrazê dest pê bike, bandora herî girîng a ku mirov dikare bike ew e ku agahiyên xwe binêrin. Divê ku herkes li ser e-dewletê navnîşanên xwe kontrol bikin. Dewlet dema vê bêhiqûqiyê dike, bala xwe dide çi? An dengdêrekî xeyalperest çêdike yan jî cerdevan, polîs û yan jî leşker li ser navnîşanên me dinivîse. Nimûneya pînikê mirîşka heye. Bifikirin hin kes li ser pînîkê mirişkan jî nivîsandibûn. Ew cihê ku em qala wî dikin ne mal e û ne jî tişteke din e. Ev bi tena serê xwe ne tenê guhertina navnîşanekê ye. Ev bi qedera gundek an bajarekî lîstine. Divê ku nelirêtiyên berê yên derbarê vê yekê de hatine kirin li ber çavan bên girtin.”   JI GEL RE HIŞYARÎ   Newroz Ûysal, têkildarî veguhestina dengan û lîstina bi qedera hilbijartinê re gel wiha hişyar kir: “Îro ev ne tenê neheqîyek e, bêqanûniyeke, yan jî bi kiryarek îdarî ya cezayê pere ye, ev sûcekî ku neyê kirine. Pêwîste bi awayekî fermî were ragihandin ku em ê giliyên pêwîst bikin. Di vê xalê de, tedbîra herî girîng a ku dema ku em ber bi hilbijartinê ve diçin, ew e ku berî ku em derbasî dengdanê û parastina sindoqan bibin, divê gelê me navnîşanên xwe kontrol bikin û bi baldar bin.”   MA / Zeynep Dûrgût - Mehmet Guleş