Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye 2023-10-10 09:05:58   ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Cemal Tanhan nayê berdan. Keça wî Ayşe Tanhan, diyar kir ku bavê wê bi mirinê re rû bi rû ye û xwest bê berdan.    Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ê 68 salî ku di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye û 8 meh ji berdana wî re maye, her diçe rewşa wî xirabtir dibe. Tanhan, ku li Taxa Çîmentepe ya navçeya Konak a Îzmîrê hat binçavkirin û paşê hat berdan, bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Tanhan, li Bûca, Nazîllî, Gîresûn û Bûcayê di girtîgehê de maye û 17 sal in di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye.    Tanhan ku ji ber îşkenceya di binçavan de gelek nexweşîn lê peyda bûne, cegerên wî nêm digirin, kolestrola zêde pê re heye û ji çokê berjêr nigê wî nêm digire. Her wiha nexweşîna şekir û tansiyonê jî pê re hene. Tanhan 29 sal in girtiye.    ATK: DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Piştî ku tenduristiya Tanhan pir xirab bû di 2'yê Sibata 2023'yan de sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hat kirin. ATK'ê di 5'ê Nîsanê de raporek ji bo Tanhan amade kir û di raporêd e diyar kir ku divê li nexweşxaneyeke baş bê dermankirin. Lê belê ATK'ê di rapora xwe de diyar kir ku Tanhan dikare di girtîgehê de bimîne.   ÎHD DÊ DOZA BERDANA WÎ BIKE   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê ji bo berdana Tanhan dê serî li Dozgeriya Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê bide.    'TERKÎ MIRINÊ HAT KIRIN'   Keça wî Ayşe Tanhan ku di 2'yê Cotmehê de çû girtîgehê, anî ziman ku rewşa bavê wê pir xirab e. Tanhanê got: "Bavê min nikare li ser sendeliya biteker jî rast rûnê. Nikare biaxive. Nexweşîna gurçikan, şekir, pişikê, dil û gelek nexweşînên din pê re hene. Bavê min niha nikare bi tena serê xwe bijî. Ger wiha bidome dê li girtîgehê bimire."    Tanhanê bibîr xist ku wekî bavê wê bi hezarn girtî hene û wiha bang kir: "Bavê min 29 sal in girtî ye û 8 mehên wî mane. Li ber mirinê ye lê wî bernadin. Bila bavê min berdin an jî bila bidin em wî derman bikin. Bavê min got, ji bo tehlîlekê 4 mehan tê sekinandin. Ev tê wateya terkî mirinê hatiye kirin û dibêjin bila bimire."    Tanhanê xwest bavê wê bê berdan û ji bo vê bang li raya giştî kir.    MA / Delal Akyuz