Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin 2023-10-10 09:07:30   RIHA - Rojnamevan Ciwana Cûma anî ziman ku Tirkiye di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sivîlan hedef digire û got ku gelê kurd, tirkmen, suryanî, ereb û çeçen bi yek helwestê li dijî van êrişan radibin.   Tirkiye çalakiya 1'ê cotmehê ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Polîsan ji xwe re kir hincet û di 4'ê Cotmehê de êriş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 6'an de bênavber berdewam dikin. Tirkiye wekî ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan jî di daxuyaniya xwe de gotibû "Em ê binesaziya herême hedef bigrin" êrişî binesaziya herême û kargehan kir. Li herêmê dibistan, kargeh, nexweşxane, bendav, îstasyonên avê, ceyranê û stomeniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin bombebaran kirin. Her wiha êrişên Tirkiyeyê bi tenê bi binesaziya herême ve sînorkirî neman, li gundên herêmê jî bombebaran kir û di encama êrişan de gelek mirov û sewalan jî jiyana xwe ji dest dan. Tevî li gor qanûnên Neteweyên Yekbûyî (NY) êrişa li cihên wekî nexweşxane û welatiyên sivîl sûc e jî û bi dimenan jî eşkere ye ku Tirkiye vî sûcî li herêmê pêk aniye jî, hezên garantor ên li heremê û saziyên navneteweyî li dijî êrişên Tirkiyeyê bêdeng in.    Nûçegihana Ronahî TV'yê Ciwana Cûma ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihîne cihanê rewşa dawî ya li herême ji ajansa me re vegot.     Ciwana Cûma bi lêv kir ku di êrişên ji 4'ê cotmehê ve berdewam dikin de balafirên Tirkiye rasterast binesaziya herêmê armanc dikin û wiha got: "Piştî ku dewleta tirk êrişî stasyuna ceyranê ya herî mezin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, li herêmê ceyran jî hat qutkirin. Li gelek bajaran jî stastyonên ceyranê armanc hatin girtin û welatiyên li vir bê ceyran man. Ceyran pir kêm niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Her wiha cihên petrol û sotemenî jî ji aliyê Tirkiyeyê ve armanc hat girtin û niha welatî bê soeomenî jî mane. Ji aliyê din jî bendavên avê yên herêmê li Hesekê, Derikê, Tiltemir û Çilaxa ji aliyê dewleta tirk ve armanc hatin girtin û ji xebatê derketin. Niha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji avê bêpar e."   'WELATIYÊN SIVÎL HEDEF TÊN GIRTIN'   Cûma di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye welatiyên sivîl jî hedef digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrişan li Hesekê dest pê kir. Li wir êrişî kargehên ku welatî li wir kar dikin kirin. Di encamê de 4 welatî bi giranî birîndar bûn. Ev welatî jî ji ber hovitiya dewleta tirk li Serêkaniyê ji bajarê xwe dûr ketibûn hatibûn ji xwe re li Hesekê kar dikirin. Her wiha du nexweşxaneyên ku ji bo nexweşiya Koronayê hatibûn çekirin jî bûn armanca dewleta tirk, nexweşxaneya Kobanê û ya Derikê hatin bombebarankirin. Cihên ku armanc hatine girtin ne cihên lêşkerî bûn, hemû cihên ku welatî jê sûd digirin. Nexweşxane, dibistan, av, kargeh û welatiyên sivîl armanc  hatin girtin û heta niha 15 welatiyên sivîl di encama êrişan de şehîd bûn û 15 kes jî bi giranî birîndar bûn. Li gundê Girdahol a Tirbesipî xaniyek armanc hat girtin û di encamê de bav şehîd bû û zarokê wî yê 12 salî çavê wî derket û bi giranî birîndar bû. Ew bavê 7 zarokan bû. Duh jî li gundê xalidiyê yê giredayî Eyn Îsa xaniyek hat bombebaran kirin û di encamê de dayikek şehîd bû û 2 zarokên wê jî bi giranî birîndar bûn. Li bajarê Derikê gundê Xana Serê jî dewleta tirk xaniyên welatiyan bombebaran kir û di encamê de gelek sewalên welatiyan mirar bûn. Yanî dewleta tirk ne tenê welatiyan sewalan jî hedef digere."   'GEL BI YEK HELWESTÊ RADIBIN'   Cûma anî ziman ku gelê li herêmê jî li dijî êrişên Tirkiyeyê bi helwesteke tund radibin û ev tişt gotin: "Dewleta tirk bi van êrişan rastê rast dibêje ez ê bi van êrişan gelê Rojava birçî bihêlim û qir bikim. Bi vê yekê jî dixwazin herême dagir bikin. Îro herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kurd, tirkmen, ereb, çeçen, suryan û hemû pêkhate bi yek deng û yek helweste dibêjin dewleta tirk bi tang, top û balafîrên xwe me ji xaka me dûr bixe. Bi vê helwestê gel bersiva êrişa dewleta tirk dide. Gel ê li vir bi israr rojane li qadan e. Bi helwesteke cidî bertekên tund bersivên van êrişan didin."   'HEZÊN GARANTOR BÊDENG IN'   Cûma destnîşan kir ku ji ber bêdengiya hezên garantor ên li herême baweriya gel jî ji wan nemaye û axaftina xwe wiha domand: "Hezên Garantor yên deverê taybet jî hezên Rusya û Amerîka heta niha tevî ku ev êrişên li dijî ehlaqê şer li ber çavên wan diqewimin jî helwesteke cidî nîşan nedan. Daxuyaniyek didin jî ne bi cidî ne. Hemû cihan ji van sûcên dewleta tirk re xwe ker û lal dike. Ji bo wê jî gel li dijî hezên garantor bi bertekin û dibêjin ev nikarin parastina me bikin."   SALVEGERA KOMPLOYÊ Û ÊRIŞ   Cûma di dawiya axaftina xwe de ragihand ku QSD jî li dijî êrişên Tirkiyeyê çalakiyên tund pêk tîne û axaftina xwe wiha qedand: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Şehba, Efrîn, Tiltemîr, Serêkanî, Eynîsa û Kobanê bersivên dijwar ji dagirkeriya Tirkiyeyê re dan û çalakiyên mezin pêk anîn û di encamê de gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn. Êrişên Tirkiyeyê dagirkirina Girêspî û Serêkanî tîne bîra mirov ku çawa wê demê jî di salvegera komploya navneteweyî li dijî Serokatî pêk hatibû de qewimîn îro carek din li pêş çavên hezên garantor û cihanê êrişî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê kirin."   MA / Mahmût Altintaş