Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin 2023-10-10 13:17:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo 29 xwendekarên di êrişa li ser Akademiya Têkoşîna Li Dijî Hişbirê de jiyana xwe ji dest dan, derabe nehatin vekirin.    Dewleta tirk di 8’ê cotmehê de êrişî Akademiya Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya li bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encama êrişê de 19 xwendekarên akademiyê jiyana xew ji dest dan. Rêveberiya Xweser ji bo kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dan 3 rojan şîn îlan kir. Ji bilî saziyên pêdiviyên bingehîn ên jiyanî pêşwazî dikin xizmetên hemû sazî, ofîs û daîreyan 3 rojan hatin taloqkirin.    Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû saziyên fermî û dibistan nehatin vekirin. Her wiha dikandaran derabeyên xwe venekirin.