Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin 2023-10-10 14:48:42   AMED - Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Zekiye Îlbasan bi îdiaya “Li dijî polîsan li ber xwe daye” hate girtin.    Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Zekiye Îlbasan di çalakiya şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, duh li Amedê bi derbkirinê hate binçavkirin. Îlbasan, piştî karûbarên îfadeyê ji miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin. Îlbasan a bi îdiaya “Li dijî polîs li ber xwe daye” bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatibû kirin, hate girtin. Îlbasan şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.    DBP: HEWLDANA QIRKIRINA SIYASÎ YE   DBP têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’yê daxuyanî da û got: “Cîgira Hevserokên me ya Giştî Zekiye Îlbasan duh li Amedê di çalakiya komploya 9’ê Cotmehê de, bi derpkirinê hate binçavkirin, îro jî hate girtin. Girtina hevala me li dijî çalakiya me ya bibiryar, hewldaneke qirkirina siyasî ye.”