Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin 2023-10-10 15:34:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin. Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin. Kampanyaya îmzeyan bi pêşengiya 'Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' hate destpêkirin. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl û demokratîk ên welatên cuda, hevkariya kampanyayê dikin. Kampany a bi dirûşma 'Banga lezgîn a çalakiyê: Li ber şerê li dijî mirovahiyê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabe' di 7'ê cotmehê de hate destpêkirin. Ji bo kampanyayê metnên bi zimanên ingilîzî, spanî û portekîzî hatin amadekirin.   Di metna kampanyayê de bang li hêz û saziyên navneteweyî hate kirin ku li ber êrişên Tirkiyeyê xwedî helwest bin û bi awayekî lezgîn gav biavêjin.   Di çarçoveya îmzeyên kolektîf ên kampanyayê de, 34 rêxistin, tevger û saziyên mafên mirovan ên li welatên Spanya, Brezîlya, Meksîka, Şîlî, Kolombiya, Hindistan, Çîn, DYA, Almanya, Ingilistan û Iraqê tev li bûn. Îmzeyên şexsî jî her ku diçe zêde dibin. Li gorî agahiyên ji 'Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' hatine girtin, dema bidawîbûna kampanyayê nehatiye diyarkirin.   Îmzeyên dê werin komkirin dê piştre ji Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê û saziyên din ên navneteweyî re bêne şandin.   Hûn dikarin xwe li ser vê lînkê bigihînin kampanyaya îmzeyan.