Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû 2023-10-11 10:09:57 MÊRSÎN - Emîn Gurban ê li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê girtî ye, ew ji ber êşa di sînga wî de radikin nexweşxaneyê. Ji ber xitimandina damarê dilê xwe anjiyo dibe.    Emîn Gurban 58 salî ye. Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin. Tevî ku ew newxweş e jî nayê berdan. Gurgan di sala 1996’an de li navçeya Tarsûsa Mêrsînê tê binçavkirin û Dadgeha Ewelehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê muebedê lê di dibire. 28 sal in girt^ye. Nexweşiyên wek xetereya penceşêra mîdeyê, xitimandina damaran, kîsikê zirav, presbiyopî (nexweşiya çav) û tansiyonê zêde lê peyda bûne. 28 sal in bi dorê li girtîgehên Tarûsê, Metrîs, Sakarya, Bûrsa, Gebze û Kocaeliyê hatiye ragirtin. Ji kanûna 2022’yan ve jî li Girtîgeha Eregliyê tê ragirtin.    AGAHÎ NEDANE MALBATÊ    Malbata Gurban, di 5’ê cotmehê de ji bo hevdîtina vekirî çû Girtîgeha Eregliyê. Lê rayedarên girtîgehê ji malbatê re ragihand ku Emîn Gurban di 3’ê cotmehê de li ser êşa di sînga wî de rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê û ji ber xitimandina di damarê dilê wî de anjiyo bûye. Gurban li nexweşxaneyê 2 rojan tê tedawîkirin. Ji bo ku Gurban dikaribe biçe nexweşxaneyê were tedawîkirin wî sewqî Girtîgeha Konyayê ya Tîpa E’yê kirin. Gurban duh yanî di 10’ê cotmehê de dîsa birin Girtîgeha Eregliyê ya Ewlehiya Bilind.    NIKARE XWE LI SER PÊYA BIGIRE    Perîşan Gurban (73) diyar kir ku saleke wê lawê xwe nedîtiye û xwest lawê bê berdan. Gurban da zanîn ku ew bi tesadufî hîn bûne ku lawê wê rakirine nexweşaneyê û anjiyo kirine û got: “Ji bo em biçin nexweşxaneyê wî bibînin, me daxwazname da dozgeriyê lê qebûl nekirin. Min nekaribû lawê xwe bibînim û ez vegeriyam malê. Girtîgeh zarokên me nexweş dixîne. Têr nan û avê naxwin û venaxwin. Lawê min di odeya bi ritûbet de tê hiştin. Talûkeya penceşêrê li serê heye. Divê ew di odeyek paqij de bimîne. Herî dawî dema me pê re hevdîtin kir, nikaribû bi rê ve biçe. Du gardiyan ketibûn milê wî. Rewşa wî nebaş e, ji bo em xemgîn nebin ji me re nabêje.”    ‘BILA WERE BERDAN’    Gurban da zanîn ku ew ji ber nexweşiyên xwe nikare zêde rêwîtiyê bike û wiha got: “Herî dawî min salek berê lawê xwe dîtibû. Ez nexweş im nikarim her tim biçim lawê xwe bibînim. Piştî ku anîne Konyayê cara ewil e ez çûm ku wî bibînim lê me wî nedît. Girtîgeh pir dûr e, ji bo ez her meh biçim derfetên min aborî tune ne. Nexweşiyên wî zêde bûne. Ku were berdan em ê li malê tedawiya wî bikin. Yan jî bila wî sewqî girtîgeha Tarsûsê bikin, qet nebe ji mehê carek dikarim biçim wî bibînim.”