Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn? 2023-10-11 11:39:14   ÎZMÎR - Parêzer Fatma Demîrer diyar kir ku hevserokên HDP’a Îzmîrê û navçeyên wê bi çalakî û xwepêşandanên partiyê hatine sûcdarkirin û wiha got: “Pirsên weke ‘tu çima tev li xebatên jinan bûyî’ ji miwekîlên min kirin.”    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê HDP’a Bucayê Nîhat Turk di 6’ê cotmehê di encama serdgirtinên malan de hatin binçavkirin. Di 9’ê cotmehê de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de bi saetan ji piştve destkelemçekirî hatine ragirtin û rastî miameleya xerab hatine. Di îfadeyê de daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên bi pêşengtiya jinan hatine kirin, civînên li avahiya HDP’ê hatine kirin û îfadeyên şahida eşkere “Buse Aslan” û şahidê nepen “Dokuz” hatin kirin.    PARÊZER DEMÎRER: RASTÎ ÎŞKENCE Û MIAMELEYA XERAB HATIN    Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê Fatma Demîr têkildarî tawanbariyên li miwekîlên wan tên kirin û miameleya xerab axivî. Demîrer, da zanîn ku şerh danîne ser binpêkirinên mafan ên hatine kirin û wiha got: “Binpêkirinên mafan ên di dema lêgerînê de qewimîn, di dema pêvajoya girtinê de jî berdewam kirin. Miwekîlên me di 9’ê cotmehê de anîn edliyeyê. Ji pişt ve hatibûn kelemçekirin û bi saetan wisa hatin sekinandin. Ev yek, miameleya xerab û îşkence ye. Dema me ev ji dozger re gotî, ji me re got; ‘fermaneke wiha nehatiye dayîn.’ Piştî îtîrazên me kelemçe hatin derxistin.”    HÛN ÇIMA TEV LI XEBATÊN JINAN BÛN?   Demîrer, bal kişand ser pirsên li emniyetê ji miwekîlên wan hatine pirsîn û ev tişt anî ziman: “Li emniyetê pirsên weke ‘we çima ji Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re ya Egeyê, Tevgera Jinên Azad û ji saziyên jinan ên din re li avahiya partiyê cih temîn kir? Hûn çima tev li xebatên têkildarî jinan bûn? Hûn çima tev li daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyan bûn?’ ji miwekîlên me hatin kirin. Lê belê tevahiya van çalakiyan rewa ne. Derheqê tu ji wan çalakî û daxuyaniyan de kirariyeke qanûnî nehatiye kirin. Miwekîlên me jî gotin; ‘Em nûnerên siyasî ne, dê me propagandaya partiya xwe bikira û her devera ku li gorî rêziknameya partiya me em diçin.’”   HEMAN ŞAHID, DOZGER Û DADGER   Parêzer Demîrer, bi domdarî bal kişand ser îfadeyê şahidê nepen “Dokuz” û şahida eşkere “Buse Aslan” û axaftina xwe wiha qedand: “Van şahidan beriya niha jî derheqê gelek kesan de îfade dane û ev dosya bi beraetan biencam bûn. Tiştekî derhiqûqî ye ku kesên li ser navê HDP’ê li Îzmîrê siyasetê dikin bi îfadeyên şahidan bên girtin. Ji ber îfadeyan heman şahidan, derheqê ciwanan, jinan û Dayikên Aştiyê de jî kirarî hatibûn destpêkirin. Gelemperiya van dosyayan bi beraetê biencam bûn. Heman dozgerî miwekîlên me bi daxwaza girtinê sewq kir û heman dadgerî biryara girtinê da. Dadgehan beriya niha biryar dabûn ku îfadeyên şahidên nepen pêbawer nînin lewma bi tena serê xwe têr nake ku kesek ji ber van îfadeyan bi ‘endamtiya rêxistinê’ were sûcdarkirin. Tevlibûna çalakî û xwepêşandanên partiyê, sûc nîne. Lêpirsîn û biryareke siyasî ye. Mimkin nîne em van bêhiqûqtiyan qebûl bikin. Bêhiqûqtî kirine amûra hiqûqê û li dijî kurdan bi kar tînin. Em ê vê dozê heta dawiyê bişopînin.”