Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir 2023-10-11 14:14:40     MÊRDÎN - Nasnameya endamekî HPG’ê ku di pevçûna li çolterê Omeriyayê jiyana xwe ji dest dabû hate teşhîskirin. Ji bo teşhîskirina cenazeyê din, malbatê mînaka xwînê da.    Artêşa dewleta tirk duh li gundê Cinata yê Herêma Omariya ya Nisêbîn a Mêrdînê operasyona leşkerî dabû destpêkirin û piştre li herêmê pevçûn derket. Di pevçûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan şevê dan anîn Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Li ser agahdarkirina polîsan, du malbat ji bo teşhîskirina cenazeyan hatin Mêrdînê. Hat zanîn ku yek ji cenazeyan ê endamê HPG’ê Bîlal Şahîn e û malbata wî li morgê cenaze teşhîs kir.    Malbata Şahîn dê cenazeyê zarokê xwe di saetên êvarê de teslîm bigire û li Goristana Qamişlo ya navçeya Bismil a Amedê defin bike.    Hat zanîn ku cenazeyê din jî yê endamê HPG’ê Ramazan Temel (Nûrhak Dêrik) e. Malbata Temel a ku li navçeya Wêranşar a Rihayê dijî, ji bo teşhîsê hate Mêrdînê. Lê belê malbatê nekarî cenazeyî teşhîs bike. Malbata ku kirariyên li dozgeriyê temam kir, çû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da.    Li gorî agahiyan, operasyona leşkerî ya li Herêma Omeriya û Bagokê berdewam dike.