Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn 2023-10-11 14:53:41 STENBOL - Di doza êrişa li dijî Rêxistina HDP’a Stenbolê de şandeya dadgehê derheqê êrişkar Mehmet Bayezît de biryara destgîrkirinê hate dayîn.  Kesê bi navê Mehmet Bayezît di 25’ê adarê de bi boyaxa sprey êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê kir. Derheqê Bayezît de bi sedema “Zirar gihandiye avahî, tesîs an jî malê partiya siyasî yan jî avadaniya pîşeyî” doz hate vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hate lidarxistin. Endamên partiyê û parêzer di danişînê de amade bûn. Bersûc Bayezît tev li danişînê nebû.    ‘DIVÊ BIRYARÊN XURT PEXIMKER BÊN DAYÎN’   Rêvebera HDP’a Stenbolê Adalet Ulku got ku ji ber êrişê bi ser 20 hezar lîreyan mesref ji wan re derketiye û ji êrişkar gilîdar in. Parêzerê partiyê Ferdî Yamar jî diyar kir ku HDP her tim ji hêla îktîdarê ve weke hedef tê nîşandan û qetilkirina Denîz Poyraz bi bîr xist. Yamar xwest ku ji bo pêşîlêgirtina êrişên bi vî rengî biryarên peximker bên dayîn.    Yamar, wiha domand: “Îdianame pir zû hate amadekirin. Qet nebe bila têkiliyên vî kesî bihatina lêkolînkirin. Weke ku di qeydên kamerayê de jî xuya dike, ji ewil keşfê dike û piştre êriş dike. Em dixwazin derheqê bersûc de biryara destgîrkirinê were dayîn.”    BIRYARA DESTGÎRKIRINÊ HATE DAYÎN   Dadgehê, biryar da ku bersûc were destgîrkirin. Piştre jî xwest ku fatûreya ziyana gihiştiye avahiya partiyê pêşkeşî dadgehê were kirin.    Danişîna dozê taloqî 15’ê çileya 2024’an hate kirin.