Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê 2023-10-11 15:03:40   ENQERE - Li gorî rapora OHD’ê ya têkildarî biryarên taloqkirina înfazê yên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK) ya Girtîgeha Jinan a Sîncanê, lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin hundirê semawerî weke hinceta taloqkirina înfazê hatiye nîşandan.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rapora xwe ya têkildarî biryarên taloqkirina înfazan a Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK) ya Girtîgeha Sîncanê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyanî, li avahiya Şaxa OHD’a Enqereyê hate dayîn û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê tev li bûn.    Parêzera Şaxa OHD’a Enqereyê Hulya Yildirim hûrgiliyên raporê parve kir û wiha got: “Îktîdarê bi hinceta pandemiyê li girtîgehan gelek derhiqûqtî xist meriyetê. Bi vê hincetê di qanûna înfazê de gelek guherîn kir. Bi sedemên vala û derhiqûqî înfazên girtiyan tên taloqkirin.”    Yildirim, axaftina xwe wiha domand: “Her wiha cezayên disiplînê û lêpirsîn bi awayekî fiîlî bûne parçeyeke nirxandina halbaşiyê. Piştî vê yekê, bi hincetên vala cezayên disiplînê li girtiyan tên birîn. Ji bo paqijkirina kilsê xistina lîmonê ya semawerî, gotina stranan, gerandina govendê, berzkirina dirûşman, zêde xwendina pirtûkan, streîlîzekirina şînkatiyên ji kantînê tên kirîn û hwd. weke hinceta cezayên disiplînê tên nîşandan.    BILA SEPANÊN KEYFÎ BI DAWÎ BIBIN   Divê ev biryar û sepanên keyfî yên rêveberiyên girtîgehan û ÎGK’an bi dawî bibin. Di serî de Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Sîncanê, divê rêveberiyên girtîgehan, dadgeriyên înfazê û dadgehên cezayên giran li gorî hiqûqê tevbigerin, di navbera girtiyan de cihêkariyê nekin û dawî li sepanên keyfî bînin.”