Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-10-11 16:08:50   AMED - Nivîskarê kurd Mehmed Uzun di salvegera 16'emîn a wefata xwe de li ser gora xwe bi tevlibûna malbat, heval, nivîskar û rewşenbîran hat bibîranîn.   Nivîskarê kurd Mehmed Uzun ku roja 11’ê cotmeha 2007’an ji ber nexweşya penceşêrê ya lê peyda bûbû û li Amedê koça dawî kir, di salvegera 16'emîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hat bibîranîn. Malbat û hevalên Mehmed Uzun, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, nivîskar û rewşenbîrên kurd û gelek xwînerên Uzun tev li bîranînê bûn.    Di bîranînê de hevalên Uzun, Eyûp Firat Surek bi zazakî, Îsmaîl Tekîn bi tirkî û Seyîdxan Anter jî bi kurdî axivîn.    Anter destnîşan kir ku gava Uzun hat Amedê tevgera azadîxwaz a kurd, şaredariya wê çaxê û bijîşkên Amedê gelek xwedî li Uzun derketin. Anter peyama hevpar a hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli xwend.    PEYAMA DEMÎRTAŞ Û MIZRAKLI    Peyama Demîrtaş û Mizrakli wiha ye: “Merheba hevalên hêja. Merheba Mehmed Uzunê nemir. Pênusa zimanê kurdi, dengê vegotin, serpêhatî û hestên xelkê kurd. Em te bi hesret bi dostanî bi dilekî xemgîn bi bîr tînin. Kekê Mehmed çavên te yên bi ronahiya aştiyê diçûrisin û dilê te yê bi agirê azadiye hildavêt di bîra me de ye. Me banga te ya dawîn a ji bo aştiye ji bîr nekiriye. Banga te îro jî bi awayeka zelal ji zaroka 7 salî Rozerîn bigire heta dayika 70 sali ya Havva, di nav me de dijî. Beriya van 16 salan me heriya gora te û heriya gora Mele Mistefayê Nemir tevî hev kiribû. Îro ji duh zêdetir pêwistiya me ji biratî û yekitiyê re heye. Ji bo pêkanîna yekitiyê li hember te, li hember dîroka me, li hember xelkê me, erk û berpirsyarî ya me heye. Dixwazî em di girtîgehê de esir bin, dixwazî em di bin îşkencê de bin, dixwazî em li ser kûçe û kolanan bên kuştin.    ‘EW Ê DILDARIYA AZADIYÊ BI SER BIKEVE’   Bila dost û dijmin bizanin ku em tu carî ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, ji bo mirovatiye û ji bo aştiye gavekî paş ve navêjin. Ev kesên ku çavberdane destkeftiyên me yên ku me keda salan dest xistiye, divê baş bizanin ku, têkoşîna me ya bo wekhevî, aştî, nasname û zimanê me serbilindiya me ye. Ziman û nasnameya me rûmeta me ye û em tu carî rûmeta xwe bin pê nakin. Her çiqasî em fîzîkî li girtigeha Edirneyê bin jî, fikra me ya azad û dilê me li ba we û bi we re ye. Bi viyaneke xurt, bi ked, bi dil û can em dê bigihîjin hêvî û xeyalên kekê Mehmed Uzun. Ew ê dildariya azadiyê bi ser bikeve. Em bi hestên xwe yen germ bi dil û can we silav dikin. Careke din em bi rêz û rûmet kekê Mehmed Uzun bi bîr tînin.”   HELBEST HATIN XWENDIN    Piştî xwendina peyama Demîrtaş û Mizrakli, peyamên nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên ku nekarîn tev li bîranînê bibin, hatin xwendin. Her wiha birayê Mehmed Uzun, Mûstafa Uzun helbestek li ser gora birayê xwe xwend. Piştre Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî axivî û Mehmed Uzun bi bîr anî.    Herî dawî çend hevalên Uzun jî axivîn û bîranîn bi dawî bû.    Piştî bîranîna li ser gorê beşdar derbasî Qonaxa Zerzevanê ya li Sûrê bûn û ji bo bîranîn ango li ser wêjeya Mehmed Uzun panelek li dar xistin.