Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin 2023-10-11 22:22:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarokê Sengeserê ji aliyê Sînan Demîryurek ve ku tê gotin endamê MÎT’ê ye, êrişeke çekdarî li kesekî ji Başûrê Kurdistanê hat kirin. Welatiyê Başûrê Kurdistanê ku di encama êrişê de birîndar bû, bersiv da êrişkar û ew kuşt.   Li bajarokê Sengeserê yê navçeya Pişder a Rêveberiya Raperînê, kesê bi navê Sînan Demîryurek ku tê gotin endamê MÎT’ê ye, bi motosîkletekê êrişa bi çek bir ser welatiyekî ji Başûrê Kurdistanê.   Demîryurek bi çekê gule li kesekî ji Başûrê Kurdistanê ku navê wî nehat zanîn, reşand. Kesê ku bi giranî birîndar bû, bi çeka li ser xwe bersiv da êrişkar û ew kuşt.   Welatiyê ji Başûr bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Li gorî nasname û belgeyên ku ketine destê Rojnews’ê, êrişkar ji bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê ye û demeke li bajarê Silêmaniyê dijî.