Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin 2023-10-11 23:37:54   AMED- Bîlal Şahîn ê HPG'î ku li herêma Omeriyan jiyana xwe ji dest da, li gundê xwe hat veşartin.   Cenazeyê Bîlal Şahîn ê HPG'î ku duh li Herêma Omeriyan a Nisêbîna Mêrdînê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, ji Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê hat wergirtin. Malbatê cenaze anî navçeya Bismil a Amedê. Cenazeyê Şahîn li Goristana Gundê Qamişloyê ji aliyê bi sedan kesî ve hat veşartin.   Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP ên Bismilê, MEBDYA-DER û TÛHAY-DER tevlî merasîma cenaze bûn.