Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be 2023-10-12 09:01:47     ŞIRNEX - Hevşaredarên li herêma Botanê bertek nîşanî vegûhestina dengên cerdevanan ên li navenda navçeyan dan  û gotin: “Şaredarî ne bi diziyan û bi hîleyan bi vîna gel tê hilbijartin. Dev ji van polîtikayên binpêkirina vîna gel berdin."    Ber bi pêvajoya hilbijartinên xwecihî ve desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê serî li rê û rêbazên hîlebaziyê dide. Di hilbijartinên beriya niha de jî desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê li Kurdistanê û Tirkiyeyê li gelek malên vala hilbijêr nivîsandibûn û dengê gelek leşker û cerdevanan veguhestibûn navendê navçe û bajaran. Beriya hilbijartina xwecihî ya 2024'an, derkete holê ku li navenda Şirnexê û navçeyên wê Elkê, Qilaban, Basa rêveberên AKP-MHP’ê mal bi mal digerin û lîsteyên cerdevanan amade dikin û dengê wan vedigûhezînînin ser malên li navendan. Desthilatdariya AKP'ê di hilbijartina xwecihî ya di sala 2019'an de jî serî li heman rêbazan dabû û derketibû holê ku AKP'ê li gel Midûrê Emniyeta Şirnexê Mehmet Aktaş ê wê demê, Waliyê Şirnexê û parlementerê AKP’ê Rizgîn Bîrlîk, li şûna malên welatiyên ku ji herêmê ji neçarî koçber bûne, leşker anîbûn bajêr û bi wan deng dabûn bikaranîn. Aktaş û Bîrlîk bi daneyên ku ji Midûriyeta Nifûsê girtin, 11 hezar leşker li Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Hezex, Qilaban bi cih kiribûn û ji bo AKP'ê deng dabûn bikaranîn.    Hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan ên HDP’ê bertek nîşanî vê pêkanîna AKP'ê dan û banga hişyariyê li gel kirin.    'VÎNA GEL BINPÊ KIRIN'   Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin da zanîn ku AKP'e dixwaze di vê hilbijartinê de jî bi hîleyan bi ser bikeve û wiha axivî: "Di her hilbijartinan de desthilatdariya AKP'ê bi hîleyan dixwaze ku bi ser bikeve. Mînakên vê yên şênber me di sala 2019'an de bi aşkere dît. Ji ber ku AKP'ê saziyên dewletê hemû xistine bin kontrola xwe, van saziyan jî li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî dixe dewrê. AKP îro ji tevahiya gelên Tirkiyeyê re bûye xetereke mezin. Peywira partiyan siyaset e. Lê AKP li derveyî siyaseta exlaqî maye û her tiştî dike. Di sala 2019'an de li navenda Şirnexê û navçeyên wê Qilaban, Elkê û gelek deverên din leşker, polîs û cerdevan hatin bicihkirin û dengên wan li van deran hatin veguhestin. Her kes dizane ku leşkerek AKP'ê û polîsên wan bi dehan caran deng avêtin. Her wiha gelek malên vala û gundên vala weke tije ne nîşan dan. Her sazî û dezgehên dewletê li gorî armancên xwe yên qirêj bikar anîn. Ne dozger, ne dadgeh û ne jî partî û siyasetmedaran li dijî vê dengê xwe dernexistin. Niha li Şirnexê dîsa serî li heman rêbazî didin. Di hilbijartinên xxwecihî de cihên ku me niha ne di destê me de ne, em nabêjine me winda kir, AKP'ê ji me dizî û ji ber vî rêbazî bi dest xist. Vîna gelê me bin pê kirin. Hin şaredariyên me bi hîleyan birin û yên din jî bi tayinkirina qeyûman desteserkirin."    'DIVÊ KU DOZGER LÊPIRSÎN BIDIN DESTPÊKIRIN'   Kutlu bang li dozgerên herêmê kir ku der barê vê pêkanînê de lêpirsîn bidin destpêkirin û got: “Divê ku dozger li ser vê mijarê lêkolînekî bide destpêkirin. Dozger, walî û qeymeqam ne endamên AKP'ê ne. Daxwaziya me li gelê me jî ew e ku heke gumaneke wan çêbû û di vê mijarê de bi binpêkirinekî re rû bi rû man, li ku derê bin jî gilî bikin. Divê li dijî her neheqiyeke ku gelê me dibîne û pê re rû bi rû dimîne, gilî li dozgeriyan bikin da ku ya heq derbikeve holê û em jî hewledanên xwe bixin dewreyê."    'ŞAREDARÎ BI BIRYARA GEL TÊ HILBIJARTIN'   Endama Meclisa Şaredariya Şirnexê ya HDP'ê Gurbet Aslan jî bertek nîşanî veguhestina dengên cerdevanan a navendan da û nêrîna xwe wiha anî ziman: “Di hilbijartinên 2019'an de jî AKP ne bi piştevaniya gelê Şirnexê şaredarî bi dest xistin. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re ji gelek deverên din leşker û polîs li navenda Şirnexê bi cihkirin û şaredarî wisa bi dest xist. Dixwaze ku di vê hilbijartinê de jî serî li heman rêbazî bide. Lê em ê vîna xwe nedin destê wan. Gel kîjan partiyê bixwaze dengê wê dengê xwe bide. Gel azad e bixwaze wê dengê xwe bide wê partiyê. Şaredarî bi biryara gel tên hilbijartin. Lê niha ji bo ku hin şaredariyên me dîsa bi dest bixin her polîtîkayeke qirêj dixin meriyetê."    'LI ŞÛNA MALBATAN LEŞKER Û POLÎS BI CIH KIRIN'   Endama Meclisa Şaredariya Silopiya ya HDP’ê Fehîme Saruhan jî bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê li herêmê dide meşandin û wiha got: “Di dema şerê li bajaran de gelek malbat hatin koçberkirin û gelek kes hatin girtin. AKP ev hemû dizanibû û li şûna ku wan hilbijêran bînin cihê wan yanî li Şirnexê bi cih bikin, beravojî wê kir. Ev rêbazeke qirêj bû. Leşker û polîsên xwe li bajarên me bi cih kirin û şaredariyên me wiha dagir kirin. Niha jî di nava heman hewledanê de ne. Ji ber wê divê gelê me di hilbijartinê de baldar be. Dibe ku gelek kes li ser navnîşanên wan û avahiyên wan hatibin nivîsandin hebin. Ji ber wê divê ku kontrol bikin. Heke ku li ser navnîşanên wan hin navên biyanî hatibin nivîsandin divê ku demildest îtîraz bikin. Di malekî tenê de 21 kes nivîsandibûn. Divê gelê me navnîşanên xwe kontrol bikin. Em xwe bi xwe bi rê ve bibin. Nehêlin ku kesek din di şaredariyên me de cih bigire. AKP û MHP dê carek din li Botanê winda bikin û dê bi ser nekevin."   'POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN QIRÊJ LI SER ŞIRNEXÊ BIKAR TÎNE'   Hevşaredara Hezexê Songul Erden ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin jî hişyariya baldarbûnê li gelê Botanê kir û got: “Di hilbijartina sala 2019’an de me her tiştek dît. Her kes baş dizane û derkete holê jî ku AKP şaredariya Şirnexê ne bi vîna xwe bi zorê û hîleyan bi dest xist. Ew ne serkeftina AKP'ê bû. Ji ber van hîleyên wan me li deverên weke navenda Şirnexê û navçeyên wê Qilaban, Elkê û Basayê wiha winda kir. Van polîtîkayên xwe yê qirêj bi taybetî li ser Şirnexê bikar tîne. Divê ku gelê me di vê hilbijartinê de baldar be. Heke ku em kurd dest nedin hev em ê vîna xwe jî teslîm bikin. Divê ku em dest bidin hev. Divê ku tu hêviya me ji dewletê nebe. Ew çiqas hîle bikin û serî lîstokan bidin jî dê gelê me di hilbijartina pêşiya me de bersiva pêwîst bide wan."   MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş