Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin! 2023-10-12 09:09:41   AMED - Dadgeriya Înfazê ya Amedê, girtiyên parastina xwe bi kurdî kirin wekî "dest ji parastinê berdane û mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîne" hesibandin.    Li Girtîgeha Hejmara 2'yan a Amedê, di 25'ê tebaxê de di dema jimariya serê sibehê de gardiyan çûn qawîşa A-23. Gardiyanan bi hinceta "ewlehiyê" ji girtî Îbrahîm Zeren xwestin betaniyeya li erdê rake. Zeren jî ji wan re got "madem zafiyeta ewlehiyê çêbûye nexwe divê personel betaniyê rakin."    Piştî vê midûriyê yekemîn ên girtîgehê wiha bi ser Zeren de diqîre: "Gava min got rakin gere ûn rakin. Em çi bibêjên hûn mecbûr in pêk bînin." Her wiha bi fermana midûr gardiyanan Zere birin hucreya yekkesî ku wekî "odeya muşahadeyê" tê binavkirin.    Piştî birina Zeren, girtiyên din jî bi berzkirina dirûşmeya "hûn nikarin me bitepisînin" bertek nîşanî vê yekê dan.    Piştî bûyerê îdareya girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin. Girtiyên ku parastina wan hat girtin, diyarkirin ku bi awayekî wijdanî li dijî rewşa ku hevalê wan tê de bûye rabûne û bertek nîşan dane.    Di encama lêpirsîna îdareya girtîgehê de bi hinceta "belesebeb berzkirin dirûşmeyan" der barê 49 girtiyan de mehekê qedexekirina cezayê pêwendîdanînê hat birîn.    JI BO PARASTINA KURDÎ HEQÊ WERGÊR HAT XWESTIN   Piştî îtiraza girtiyan biryar ji Dadgeriya Înfazê ya Amedê re hat şandin. Di danişîna li Dadgeriya Înfazê ya 3'yan a Amedê de 49 girtiyan xwest parastina xwe bi kurdî bikin û vê yekê bi daxwaznameyê û devkî ragihandin dadgeriyê. Lê belê dadger, diyar kir ku gava heqê wergêr bê dayîn dê karibin parastina xwe bi kurdî bikin. Girtiyan jî diyar kir ku dê nikaribin heqê wergêr bidin û di parastina bi kurdî de israr kirin.    Piştî ku girtiyan pirsên dadger bi kurdî bersivandin, dadger jî wan wekî ku dest ji parastinê berdane û mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîne hesibandin.    Dadger derpêş kir ku Ramazan Yilmaz û Mûstafa Kûtayê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûne, fermana parastina bi kurdî dane girtiyan û ji ber vê biryara bidawîkirina danişînê da. Her wiha dadgeriyê derpêş kir ku Yilmaz û Kûtay dîrektîf dane girtiyên din ku ji xeynî kurdî parastinê nekin û ji ber vê cezayê dîsiplînê li her du girtiyan birî.    Danişîn taloqî 18'ê cotmehê hat kirin.