Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat 2023-10-12 13:47:04   ÎZMÎR - Hate zanîn ku Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk a hate girtin, rastî lêgerîna tazî hatiye û polîsên TEM’ê heta qawişa wê çûne.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Berna Çelîk ku di 6’ê cotmehê de di serdegirtina malê de hate binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin, li girtîgehê rastî lêgerîna tazî hat. Çelîk a di 9’ê cotmehê de hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê duh bi parêzerên xwe Fatma Demîrer û Sîdal Bayrak re hevdîtin kir.    Çelîk a binpêkirinên mafan ên qewimîn ji parêzeran re ragihandin, anî ziman ku dema ketina girtîgehê rastî lêgerîna tazî hatiye, dema bertek nîşan dan jî heqaretên zayendperest lê hatine kirin. Çelîk, diyar kir ku roja din jî taştê nedane wê, heta girtîgehê bi kelemçeya bi paş ve birine û polîsên TEM’ê heta qawişê ew birine.    PARÊZER BERTEK NÎŞAN DAN   Parêzera Çelîk, Sîdal Bayrak a têkildarî tiştên qewimîn axivî, wiha got: “Karê polîsan ew e ku girtî radestî girtîgehê bikin, li ber derî diqede. Çûyîna wan heta odeya girtiyan ji bo Berna Çelîk rewşeke taybet e û bêhiqûqî ye. Axaftina wan a bi gardiyanan re dibe ku bibe sedema nedayîna taştê ya muwekîla me û pêşwazînekirina pêdiviyên wê. Em ê hem li dijî lêgerîna tazî hem jî ji bo vê rewşa bêhiqûqiyê serî li dozgeriyê bidin û gilî bikin.”