Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin 2023-10-12 14:34:31 AMED - Derket holê ku li navçeya Gêlê qeyda îqametgaha hezar û 256 kesan li daîreyên di nava qada leşkerî de cih digirin, hatine çêkirin.    Beriya hilbijartina xwecihî ya di 31’ê Adara 2024’an de bê lidarxistin, agahiyên “hilbijên veguhestî” ji bajarên bakurê Kurdistanê tên. Piştî Şirnex û Agiriyê vê jî li Amedê heman mijar bû rojev. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; li taxa Yenîşehîrê ya navçeya Gêlê ya Amedê di hilbijartina giştî û serokkomariyê de hejmara hilbijêr ango rayên taxê 885 kes bûne, lê bi yek carekî hejmara hilbijêran bûye 2 hezar û 141.    Balkêşe ku  ev hejmar hezar û 256 kes ji zilaman pêk tê. Ji van kesan hezar  û 171 kesan li deriyên ku nimreya wan 25 D, F, C û H yên li ser Cadeya Ahmet Ece ya li taxê hatine qeydkirin. Tenê li avahiya 25 D tevahiya wê ji zilaman pêk tê 756 kes hatine qeydkirin.    Tê texmînkirin ku ev kes leşker in. Lêkolîna ku Partiya Demokratîk a Gelan li ser mijara navborî kiriye jî meseleyê piştrast dike. Li gorî HDP’ê; li daîreyên ku ev kes lê hatine qeydkirin, di nava qada leşkerî de cih digire.    FERQA HILBIJARTINA 2019’AN 843 RAY BÛN    Kesên ku qeyda wan îqametgahê dane ser Gêlê dibe ku encama hilbijartina xwecihî ya li pêşiya me biguherîne jî. Di hilbijartina xwecihî ya sala 2019’an de HDP’ê 5 hezar û 757 deng girtibû û şaredarî qezenc kiribû. AKP’ê jî 4 hezar û 914 deng wergirtibûn. Partiya Saadetê jî 219 deng wergirtibûn û CHP’ê jî 142 deng wergirtibûn. Her wiha namzetê serbixwe jî 118 deng wergirtibû. Bi vî awayî HDP’ê bi ferqek 843 dengan şaredarî bi dest xistibû.    Di hilbijartina 14’ê Gulanê de jî Partiya Çepên Kesk 4 hezar û 703 ray, AKP’ê 3 hezar û 150 ray; CHP’ê 663 ray; Partiya ÎYÎ jî 350 ray wergirtibûn.    JI NAVÇEYÊN DERDORÊ ANÎNE    Ji rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gêlê parêzer Mehmet Zulkuf Polat têkildarî mijara navborî ev pênase kir: “Dixwazin darbeyê li vîna gel bixin.” Polat da zanîn ku ew ê li dijî mijara navborî gilî û îtîrazan bikin û piştî ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) agahiyên li ser hilbijêran di 1’ê cotmehê de daye wan rewşê ferq kiriye.    Polat anî ziman ku di hilbijartinên meha gulanê de hejmara hilbijêran li taxê 885 bûn lê ev hejmar bi yek carê bûye 2 hezar û 141 hilbijêr. Polat got piştî wan lîsteyê baş lêkolîn kiriye dîtine ku hezar û 256 hilbijêr hatine zêdekirin. Polat diyar kir ku piraniya van hilbijêran ji navçeyên Çinar, Erganî, Peyas, Çêrmûk, Çingûş û Pîranê anîne li navçeya wan qeyd kirine û hemû jî zilam ni. Polat got ew nizanin ku ka van hilbijêran veguhestine.    EW DAÎRE LI QADA LEŞKERÎ NE    Polat anî ziman ku ew li heman taxê rûdinê û karmend du sê meh in nikarin malên kirê bibînin û wiha got: “Gelo van hezar û 256 kesan çawa bicihkirin e? Li ser hin daîreyan 18 kes li ser hin daîreyan jî 19-20 kes hatine qeydkirin. Ew daîre û avahiyên ku qeyd lê hatine kirin cihê leşkerî ne.”    'DESTWERDANA LI DIJÎ ÎRADEYÊ YE’    Polat destnîşan kir ku dixwazin bi vî awayî encama hilbijartina li navçeyê were guhertin û got: “Ev destwerdanek pir eşkere  ya li dijî îradeyê ye. Em ê dest ji meseleyê bernedin û bişopînin. Heke kesên ku ne ji vir bin û qeyda wan anîbin vir û îradeya gelê Gêlê diyar bikin, ev li dijî demokrasiyê ye. Xelkê me viya naxwaze û sekna xwe nîşan dide.”    MA / Eylem Akdag - Şîlan Çîl